Berxwedana Serdem ê ya li Efrîn ê di roja xwe yê 24`de didom e.

kurdistani 11:57 AM - 2018-02-12
Berxwedana Serdem ê ya li Efrîn ê di roja xwe yê 24`de didom e.

Berxwedana Serdem ê ya li Efrîn ê di roja xwe yê 24`de didom e.

Ev 24`roj in ku dewleta Tirk bi çeteyên xwe hewldide ku Herêma Efrîn ê dagîr bike,lê te niha Şervanên HSD û YPG û YPJ hewldanên Aerêşa Tirk dişkînin û bersiva her êrîşekê ku eskerî be yan jî ezmanî be didin,nahêlin ku çete pêşve biçin.
Pilanê Erdogan a ku digot dê di heyama sê rojan de Efrîn ê dagîr bika û dawî anîn ê li Şervanan bêne,hemî têk çûn,û ji ber vê yekê Erdogan ji hêrsa re êrîşê bi balefirên şer li ser Herêm ê zêdetir kir û bi hemû hêz û tank û balefiran dest bi êrîşê kir û hijmara eskeran jî li ser sînor zêderkir .Lê tevayî vê hêzê Artêşa Tirkiyl te niha ti serkeftin di Herêm ê de bi sernexistiye ji ber ku vîna Gel û hêza Şervanên Kurd ji hemû hêzên Tirkiyeyê bi hêztir derketin û Efrdogan jî hesab ji vê tiştîre nakiribû we dizanî ku dê di heyama 3` rojan de Efrînê ji xwediyên wê bistina lê nizane ku Gelê Efrîn ê ji tehdîd û êrîşên çeteyan natirse.

Derbarê êrîşên artêşa Tirkiyê Gelê Efrînê gotin em vê êrîşên di bin bêdengiya Cîhanê de çermezar dikin û ji PUKmedia`yê re tekez kirin ku artêşa Tirk sivîlan dike hedef û mal û milkên ku hîç Şervan têde nîne top û bombebaran dike ,welatiyan dest nîşan jî kirin ku ev gav xuya dike ku armanca Dewleta Tirk qirkirina Gelê Kurd e û,ji ber ku êrîşên ku li ser Efrîn ê tên kirin ti têkiliyên xwe bi Terorî nîn e çûmkê ti teror di Efrîn ê de nîne hemû xelkên Efrîn e û welatiyan dan zanîn ku çiqas Tirkiyê êrîşan li ser me zêde bike vîn û îradeya me jî zêdetir dibe û em ji malên xwe dernakevin û bi dest dijmin de bernadin.

Şervanan jî xwestin ku ji Tirkiyeyê re bêjin ku xweînê şehîdên me pir bihaye û soz dan ku dê tol û heyfa hemî sehîdan rakin û ti caran xwînê wan li erdê nahêlin,amaje bi wê jî dan ku li gor ku Tirk tank û balefiran bikar tînin me gelek leşker û çeteyên wê li ser sînorê Herêmê kuştin û gelek tang û alavên û balefir rûxandin û gotin emê di rêya şehadetê de her berdewam bin te ku Efrîn a xwe rizgar dikin.

PUKmedia/Nazliyê Remedan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket