Şiqnê zêtûnê di xwîna Barîn Kobanî de ketxwer

kurdistani 06:46 PM - 2018-02-04
Şiqnê zêtûnê ya Tirkiyê, di xwîna Barîn Kobanî de şikestanî.

Şiqnê zêtûnê ya Tirkiyê, di xwîna Barîn Kobanî de şikestanî.

Nivîskarekî Suidî bi aşkireyî got; Operwesyona Şiqnê zêtûnê ya Tirkiyê, di xwîna Barîn Kobanî de şikestanî.

Piştî ku wêne û dîmenên keçka kurd ya şervana YPJ`ê ku piştî şehîdkirinê, komek ji çekdarên terorîst silvî û wêneyên xwe li ber digirtin û cil û bergên wê tev perçekirin û ew rûtkirin, vedengeke berfereh di nava ragihandinên cîhanî de da û gelek nivîskaran jî, di wê barê de, nêrîçn û nerazîbûnên xwe nîşan dan û li hemberî wê jî, Koalisyona Sûrî ku ligel artêşa Tirkiyê hevpeymane û banga hemû kesên sûrî ên li Tirkiyê kirin ku alîkariya artêşa Tirkan bikin tako Efrînê dagîr bikin.

Di wê barê de, nivîskarê Suidî di nivîseke xwe de, wiha dibêje; Pirsyareke herî girîng ku wê herdem dewleta Tirk jê bireve ew e ku gelo wê çawa Erdoxan û dost û alîgirên xwe, bawerî bi gelên navçeyê bikin bi taybetî piştî ku ew keçka kurd ku li pêş kamîreyan bi awayekî hovane û ne mirovî rûtkirin û memikên wê tev jêkirin û bi awayekî berfereh jî, ew dîmen hatin belevkirin..?

Nivîskarê Suidî Zahir Zewahêrî bi zelalî û reşkavî got; Ez di vê derê de, dibêjuim ku Operwesyona Şiqnê zêtûnê ya Tirkiyê, di xwîna Barîn Kobanî de şikestanî.

Wî nivîskarî di rojnameya Akaz ya Suidî gotara xwe weşandiye û dibêje ku ew  operasyona Tirkiyê ku bi navê şiqna zêtûnê piştî ku laşê keçka kurd ya şervan pê lîstin û perçe perçeyî kirin, ew operasyon têkçû û kurd bi ser ketin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket