Şêx Alî: Tirkiyê aktora bingehîn a aloziya Sûriyê ye

kurdistani 10:46 AM - 2018-01-26
Şêx Alî: Tirkiyê aktora bingehîn a aloziya Sûriyê ye

Şêx Alî: Tirkiyê aktora bingehîn a aloziya Sûriyê ye

Li gor ragihandina ajansa Anha`yê ku Mihyedîn Şêx Alî got “Tirkiyê aktora bingehîn a aloziya Sûriyê ye, bi astengkirina rola wî çarserî nêzî dibe.”

Sekirtêrê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDKS) Mihyedîn Şêx Alî derbarê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê ji ajansa Anha`yê  re axivî û got ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêma Efrînê li hemberî berxwedaniya QSD‘ê û hevgirtina gel têk diçên. Amaje bi wê jî da ku Tirkiyê bi riya dezgehên çapemeniyê şereke taybet dimeşîne û got “Ragihandina ser bi AKP‘ê vê her tim dixwaze tevliheviyê di navbera pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê derxîne. Wekî din hewl dide pêkhateyên wî jî Ereb û Tirkman li hemberî kurdan bide sorkirin. Em dikarin vê yekê wekî siyaseteke nejatperestî bi nav bikin. Hemû nûçeyên wê di çarçoveya şerekî pisolojîk tê bi kar anîn, armanc jê ew e ku moralê gel têk bibe.”

Şêx Alî di berdewamiya axaftina xwe de da xuyakirin ku hikûmeta Tirkiyê li tevahî Tirkiyê seferberî îlankiriye û sivîlan li dijî Efrînê dide şerkirin, hemû siyasetên xwe bi navê ol dimeşîne û îdîa dike ku kurdan ewlehiya welatê wî dixe xeteriyê.”

Her weha Şêx Alî destnîşan kir ku Tirkiyê roleke neyinî di çareserkirina aloziya Sûriyê de dilîze û diyar kir ku her çiqas êrîşên li ser Efrînê dewam bike, aloziya Sûriyeye mezintir dibe. Şêx Alî  her wiha got “Ji aliyê Tirkiyê ve bi dehhezaran terorîst derbasî Sûriyeyê bûn. Her çiqas rola Tirkiyê di Sûriyeyê de were astengkirin, çareserî nêzî dibe.”

Sekirtêrê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDKS) Mihyedîn Şêx Alî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku serkeftinên QSD‘ê û berxwedaniya gel roleke mezin di têkbiririna êrîşên li ser Efrînê dilîze û aktora bingehîn a îflaskirina siyasetên wî di Efrînê de ye.”

PUKmedia/Anha

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket