Tirkiyê bi dijwarî herêma Efrînê top baran dike

kurdistani 07:53 PM - 2018-01-14
Cihê ku lê moşek ketiye û dar şikanî

Cihê ku lê moşek ketiye û dar şikanî

Îro careke din jî artêşa Tirkiyê moşek û guleyên hawanê avêtin herêma Efrînê.

Îro roja yekşemê 14-1-2018`an, dîsan artêşa Tirkiyê, dest bi êrişên moşekî û hawanî li dijî gundwarên Efrînê kir. Her weha bêhtir ji 40 moşek û guleyên hawanê avêtin cihên nîştecihên sivîlan û nava darên zeytûnan.

Her duh roja şemiyê 13-1-2018`an, artêşa Tirkiyê bi moşek û hawanan û bi awayekî pir dijawar, gundên Şêrawa û gundên ser bi Cindirêsê top baran kir û ziyanên madî gelek gihîşte milk û malên xelkên sivîl.

Di encama gule û moşekên duhî roja şemiyê de jî, zarokek birîndar dibe û endamekî YPG`ê şehîd dibe. Şervanê ku şehîd bû ye, navê wî ya tevgerê Birûsk Celemê ye û navê wî ya malê Welîd Alo ye û di 13-1-2018`an de, ji ber guleyên hawanê yên artêşa Tirkiyê jiyana xwe ji dest da û tevlî karwana pakrewan û nemirên parastina doza gelê kurd û Kurdistanê bû.

PUKmedia- Hêvîn Murşid - Efrîn

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket