Erdoxan gefan dike û Amerîka jî hêza parastina sînor ava dike?

kurdistani 06:28 PM - 2018-01-14
artêşa Tirkiye Li Idlibê...

artêşa Tirkiye Li Idlibê...

Erdoxan dibêje wê di demeke nêzîk de, Herêma Efrînê ji YPG`ê pak bikin.?! Lê Amerîka jî artêşa parastina sînor ava dike.

Di kongireya Partiya Dad û Geşepêdanê de, Serokê Tirkiye Receb Tayîb Erdoxan ragihand; Tirkiyê wê Herêma Efrînê ji destê hêzên YPG`ê derxînin û radestî bi Mertala Firatê bike. Li gor çavdêrên mafên mirovan jî ku Mertala Firatê bi sedan tawanên li dijî mirovan encam de ye û piraniya endamên wê jî, ji DAIŞ û Komên terorîst in.

Di gotara xwe ya di kongireya partiya xwe AKP`ê de, serokê Tirkiyê aşkire kir ku Tirkiyê wê dirêjahî bi operasyona Mertala Firatê bide û wê Efrînê jî ji destên YPG`ê derxîne û wê di rojên pêş de pêk were.

Di der barê piştîvaniya Amerîkayê ji hevpeymanên xwe ên ku şerê DAIŞê kirine û paytexta DAIŞê rûxandinê de, Erdoxan di gotara xwe de, dirêjahî da û got; Em bi hêvî ne ku li Efrînê, Amerîka xwe bê alî bike û piştgiriya terorîstan neke û xwe nede pal wan.

Ji aliyeke din ve, ragihandinên Tirkiyê didin ragihandin ku Amerîka ragihandiye ku welatê wan, ji bo parastina sînor, wê hêzeke ji 30 Hezar şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) ê pêk anî ye.

Lê li gorî çavdêrên siyasî kurd ku ev nameyeke zelal ji bo Tirkîyê ye ku HSD`ê amadeye parastina Herêma Efrînê bike, û Amerîkayê jî, wê li hemberî êrişên artêşa Tirkiyê, piştevaniya Hêzên Sûriye Demokratîk bike.

Çavdêrên siyasî amaje bi wê yekê dikin ku artêşa Tirkiyê bêhtir ji 15000 hezar hêzên xwe ên taybet li nêzîkî sînorê Efrînê bi cih kiriye û hejmareke nexweşxaneyên gerok jî amade kiriye û bêhtir ji 10 hezar çekdarên terorîst ên ji Ozbekistan û Tirkistan û welatên Qoqaza anîye û li ber sînorên Efrînê bi cih kiriye tako êrişî bo ser Efrînê bikin û dagîr bikin.

Çavdêrên siyasî amaje bi rewşa Sedam Hisên di dema dagîrkirina Kiwêtê de li gel ya Erdoxan ya îro werbêj dikin û dibêjin eger Erdoxan sûr be li ser biryara dagîrkirina Efrînê, di encamê de, wê çarenivîsa Erdoxan wek ya Sedam Hisên û Êraqê bibe.

Hevserokê Mekteba peywendiyên Encûmena Sûriya Demokratîk Xerîb Hiso di daxuyaniyeke taybet ji PUKmedia`yê re ragihand; Peywendiyên me û Amerîka û Koalisyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê di asteke pir baş de ye û bihêztir jî dibin. Kar û xebatên me bi hev re gav bi gav bi erênî birêve diçin.

Her weha Hiso dazanîn ku daxuyaniyên her du aliyan rastiya bihêzbûna peywendiyan nîşan didie û bi taybet ya wezareta derva ya Amerîkayê di dema ku di civîna bilind ya kongirêsê de, bi aşkireyî got; Em ji Sûriye dernakevin heya ku aramî û aştî peyda bibe û alozî bêne çareserkirin, em dest ji hevpeymanên xwe ên li ser erdê bernadin. Hevpeymanên wan kî ne, ev in, YPG-YPJ`ê-HSD`ê û vîna gel azad e.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket