Şêwira Jinên Rojavayê Kurdistanê bi biryarên girîng encam da

kurdistani 10:10 AM - 2017-12-23
Şêwira Jinên Rojavayê Kurdistanê bi biryarên girîng encam da

Şêwira Jinên Rojavayê Kurdistanê bi biryarên girîng encam da

Şêwra Netewî ya jinên Rojavayê Kurdistanê yê duh li bajarê Qamişloyê bi dirûşmeya  “Yekıtiya Jinên Kurdistanê mîsogeriya yekîtiya netewiye” pêk hatibû bi encam bû û di şêwrê de gelek biryarên girîng yên têkildarî jinan hatin girtin. Yek ji biryara herî girîng a şêwrê destpêkirina amadekariyên 3. Konferansa netewî ya jinên Kurd e.

Di heyama Şêwirê de jinan liser pirsgirêkên heyî û û yekîtiyê û çareseriya gelek mijarên din gotûbêjkirin û di encamêde hemû mijarên ku hatine nirxandin biryarên girîng liser hatin dayîn,biryar evin:
 -Ji bo lidar xistina konferansa sêyemîn a şêwirî jinên kudistanê kar û xebat werin kirin.

-Di hemû warên jiyanê de zanista jin (Jinoelojî) wekî bingeh were destgirtin.

-Di hemû sazî û rêxistinan de sîstema hevserokatiyê were rûnişandin.

-Di warê siyasetê de akademiyên taybet ên jinan werin avakirin.

-Jii bo şopandina rewşa jinên Êzidî yên winda û hatine revandin, komîteyeke were avakirin.

-Ji bo yekîtiya Kurd û jina Kurd, aktîfkirina rola jinê di hemû aliyên jiyanê de têkoşîn were meşandin.

-Ji bo nivîsandin û qeydkirina dîroka jin û têkoşîna wê ya li aliyên Kurdistanê komîteyeke nivîsandinê were avakirin.

-Li hemberî hemû aliyên dijberî yekîtiya Kurdî bi beşdariya hemû jinên Kurdistanê hêzek were avakirin.

-Ji bo rizgariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn were kirin.

-Rola jin di warê siyasî û aborî de were pêşxistin û firehkirin.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket