Zaneyê kurd Şêx Mihemed koça dawî kir

kurdistani 07:51 PM - 2017-12-12
Zanayê kurd Şêx Mihemed Neşet Dimilî

Zanayê kurd Şêx Mihemed Neşet Dimilî

Stêrkeke din ji azmana Efrîna xweragir rijiya ser axa welatê rojê.

Di vê hefteyê de, nûçeya koça dawê ya zanayekî din ji Efrênê ku li bajarê Tebqayê nîşticih bibû ji PUKmedia`yê re hate ragihandin.

Derbarê jiyan û kesayetiya naskirê û berhemdarê rewşenbîr û lêkolînerê kurd û berhemên wî û helwesta wî derbarê tevgera Kurdistanî û şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, PUKmedia`yê` ligel birazayê Şêxê nemir peywendî kir û ev zanyarî û agahiyên girîng li ser jiyannameya nemir hatin bi destxistin û me ji xwendevan û bîner û şopênerên PUKmedia`yê re weşand.

Li gor birazayê nemir Şêx Mihemed Neşet Dilgeş Efrînî, ku navê nemir bi vê awayî ye, (Mihamed Neşet Raeşîd kurê Hec şêxo), ji gundî Dimiliya ye ya ser bi herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê. ji Hoza (Êla) şêxî ya navdar e. Di sala 1931`an de jidayîkbûye ango hatiye rû jiyanê û çavên xwe li dunê vekirî û hilaniye.

Dilgeş derbarê destpêkirina nemir ji xwendin û zanînê re wiha got; ji biçokaniya xwe ve, girêdayî zanîn û xwendina pirtûkan bû ye. Û tu caran mellayetî nekiriye, lê bi navê şex Neşet tê naskirin. ji ber ku mîna Xelîl Hemdo yê gundê Kaxrê dîndar (oldar) bû ye...

Birazayê nemir Şêx Mihemed derbarê gotinên nemir ku ji wî re digotin bi vê rengî ji PUKmedia`yê re daxuyakirin; Ji mire digot(Gava tevgera Berzaniyan dest pêkir, me digot pêxemberê zemanê kurd eve.. Lê piştî çend caran têk çû, min zanî ez şaşim û tiştekî mezin ji kurdan re nikanê çê bikê). lê derbarê yekîtiya kurdan de jî nemir wiha dgot; ( Heta em nebin yek dil û yek mil, emê her tim bindest bin)...
Dilgeş li ser destPêkirina qonaxa xebata Partiya Karkerên Kurdistanê jî wiha got; Lê dema tevgera Partiya Karkerên Kurdistanê dest pêkir, Şêxê nemir got; ( Ez Apo nasnak im, lê madem xayinan dikujê yê rast ewe).

Birazayê nemir wiha li ser apê xwe anî ser ziman; Jiyana xwe tev bi xwendin û lêkolîn derbas kir û gihîşte asteke bilind, û gelek mijol bo bi du tiştan; 1_dîroka herêma çiyayê kurmênc u malbatên her gundekî.. 2- Dîroka navdarên kurd, ligel jiyana û berhên wan û tev dîroka serhildanên kurdî ..
Derbarê berhemên Şêxê nemir de, Dilgeş dibêje: Gelek caran ez diçûm ba wî li bajeroka Tabqa ya ser bi bajarê Reqayê li bakurê Sûriyê, ew bajarê ku têde nîşticih bibû..  Ji berhemên wî yên ku min dîtibûn ev in;

1_Êlên kurdî li tevayî Kurdistanê...

2_Dîroka gelê kurd ..

3-Êl û malbatên Gundên Efrînê...

4_Selaleta Bedirxaniyan...

5_Çîrokên gelêrî yên Efrînê..

6_Xwezayiya mirovan û taybetmendiyên wan

7_Sîstema mîretgeriyê di islamê de

8_Tuyê çawa bibê mirov

Lê di barê çapkirinê de, Dilgeş Efrîn dibêje; Ev hemû berhemên ku min dîtine, lê nehatine çapkirin, piştî hatina Daîşê li Tabqa, gelek malbat reviyan, lê ji ber ku ew nexweş bû, ji neçarî di mala xwede ma, du salan di doşek û nivînê de keçka wî xizmet wî dikir ..
Derbarê baweriya nemir bi serkeftina şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî, Dilgeş Efrînî ji bo PUKmedia`yê wiha got; Şêx Mihemed digot (kurd wê bi serkevin lê bedel pir girane).

Her weha bi gotina birazayê Şêxê nemir ku çend salên dawî gava şoreşa Rojava dest pêkir, Şêx Mihemed Neşet wiha got; Pir xweşe lê çibik im mirina min nêzîke ez nabîn im..
Di dawiya nivîsa xwe ji PUKmedia`yê re, çalakvan Dilgeş Efrîn û birazayê nemir ku pir nêzîkî wî bû ye, wiha gotina xwe derbarê pirtûaneya nemir zanayê kurd Şêx Mihemed Neşet û zanista wî beriya koça dawî anî sernivîs; Duh şefeqê çavên xwe girt û barkir...  Ez nizanim gava Daîş ket Tabqa yê ew pirûkxana wî çi pê hat ji ber ku digot ezê veşêrim ...Û ji min re digot gerek tu her tim werê ba min ez îlma (zanist) xwe bidim te bila bi minre nemirê,  lê mixabin Daîşê pir tişt wêran kir.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket