Sinarya Kiwêt û Efrîn?!

kurdistani 12:05 PM - 2017-12-05
Hozan Efrînî

Hozan Efrînî

 

Pêşgotin..

Li gorî raporteke malpera Oriantê ya ser bi Êxwanên Mislimîn ve ye, ji aliyê sîxwerê Mîtê Tirkî Xesan Abud ve bi rêve diçe, tê de dibêje;" Çavdêr dibêjin  Emerîkayê Efrîn wek talayek (Xefik) ji Tirkiyê re amadekiriye, wek çawa Kiwêt ji Sedam Hisên re amadekir û hêza Êraqê ya mezin têk bir, heman sinaryo ji Tirkiyê re amade kirî."
Di rastiyê di her we ye û min gelek car di kenalên ragihandinan de ew xal anîme ser ziman ku Efrîn wê ji bo Tirkiyê weke Kiwêt ji Sedam Hisên re we be, dawiya desthilatdariya AKP`ê û Erdoxan wê li Efrînê bi dawî bibe.

Sedam Hisên jî wek Erdoxanê niha pir bi ser xwe ve çû, pir bi xwe bawer bû, pir ji xwe razî bû, ji ber ku hevkarî û alîkariyeke pir mezin ji walatên cîhanê di dema şerê li dijî Êranê de bidestxistibû. Her weha wek qiralê ereb û islamên suna hate nîşankirin û bi avêtina çend moşekan li dijî Til Ebîbê jî hîn ew bi ser xwe ve çû, ji ber wê jî Kiwêt pir bişûk dît û wî got wê ji wî re jî bimîne.

Sedam we bîrdikir ku wê piştre Suidiye û tevahiya Kendavê bike jêr kontirola xwe û xwe împeratorê Ereb û Îslaman bide ragihandin. Lê dema ku kete Kiwêtê, bi çend demijmêran tev dagîr kir, lê pişt re jî Êraq tev radest kir û rizgar nebû, tenê encam hilweşandina welatê wî nebû, lê ew bi xwe jî bi destê dostê xwe hate bidarvekirin.

Ez bawer im ku kesên aqilmend ligel Erdoxan nebin, ew jî wê weke Sedam Hisên xwe têke ber talaya Efrînê û êdî wê ne tenê Tirkiyê birûxîne, lê wê xwe û rêvebirên xwe jî bikin bin dilovaniya werîsa bidarvekirinê.

Ez dixwaz im beriya têkev im nava mijara Efrîn û rastiya wê, ez ê ji dagîrkirina Sedam Hisên ji Kiwêtê re û sinaryoya wê û têkçûna hêza Sedam di wê mîrinîşîna biçûk de bîn im ser nivîs tako sinaryoaya dagîrkirina Efrînê jî, bête zelalkirin û bibe wane ji bo wan wlatên ku dixwaz in Efrînê dagîr bikin.

Sinaryoya Kiwêtê

Wek tê zanîn ku dema pêwîstiya Emerîkayê û Natoyê û Ereban bi hêza Sedam hebû, tako metirsiya bihêzbûna Êranê ji xwe dûr bixin û lawaz û bê bandor bikin û denge û tirazoyan lihevbikin, tevahiyan bi awayekî pir bihêz û berfereh destek didan desthlatdariya Sedam Hisên ya dîktetor û wek tê naskirin ku Sedam kesê herî nêzîkî xwe didîtin.

Li hemberê wê jî, rêjîma Sedam Hisên çiqas tawanên mezin li dijî kurdan û Şî`ayan dikir, lê hemû bêdeng dibûn, hemû, babet û rojev didan guhartin û bala ragihandina cîhanî li ser komkujiyên ku Sedam Hisên di derhheqê gelê Kurd û Şî`ayên başûrê Êraqê de dikir ber bi aliyeke din dikişandin û derfet didan Sedam Hisên ku pinpêkirina Mafên Mirovan li dijî gelê kurd û Şî`ayan berferehtir bike.

Armanca hêzên navneteweyî ji destekdayîna Sedem Hisên ew bû ku bi riya Sedam Hisên metiersiyên Êranê kêm bikin tako Êran wek Tirkiyê bibe û ew her du welatan ji xwe re li gor pêwîastiyê bi kar bînin. Ji ber ku Êran ji jêr kontirola hêzên navneteweyî derketibû, her weha piştî rûxandina împeratoryeta Şahê Ecem, hatina Ayatulah Xomeynî bo ser desthilatiya Êranê û bihêzbûna Êranê û guhnedana bi biryar û nêrînên wan hêzan, êdî xwestin li hemberî Êranê, pîlanekî amade bikin ku rewabûnê bidin bi Êraqê tako şerê Êranê bike û Êranê lawz bike tako ligel Tirkiyê wekhev bin.

Ji ber ku Êran nêzîkî Rûsiya û Çîn û Berazîl û Koryayê Bakur bû, lê Tirkiyê jî endamê Natoyê bû, lê Êraq jî, ne tiştek bû, tenê wek berê şetrencê bi kar tînan. Dema ku 8 salan şerê Êraq û Êranê bi dawî bû, Êraqê êdî xwe pir bihêz kir, artêşeke mezin û nûjen.
Careke din, hêzên navneteweyî nîgeran bûn û vê carê tirsa wan ji Êraqê çê bû.

Ji ber ku Êdî Sedam Hisên ji aliyê xelkên Ereb û Îslamên Sûneyan ve, wek paşa û Mîr û îmerator hate nasîn û pejirandin û êdî Sedam Hisên guhdarî ti kes û aliyan nedikir. Ev yek, hîşt ku êdî Emerîka û hêzên navneteweyî bi pîlan û projeyekê bigerin ku Sedam bênin ser hişê wî.

Welatên Kendavê dema şerê Sedam Hisên li dijî Êranê, ji ber nakokiyên wan bi Êranê re, bi awayekî pir bihêz û bê wêne piştîvaniya Êraqê dikirin, piraniya nefta welatên Kendavê di xizmeta artêşa Êraqê de bû. Lê dema ku şerê Êraq li dijî Êranê hate rawestandin, Êdî hewildan ku pîlanan li ser Sedam bikin û ew soz û rendewiyên peran û neftê dabûn Sedam Hisên, dane rawestandin û êdî berde xistin navbera xwe û Êraqê, di wê demê de, êdî Sedam harûmar bû. Ligel Emerîka peywendî kir ji bo dagîrkirina Kiwêtê, Emerîka ne got erê û ne jî got na, lê bi vê rengî Sedam Hisên, li gor xwe , wiha zanî ku êdî Emerîka razî ye.

Lê dema ku êdî rêjîma Sedam gef li Kiwêtê kir, Emerîka dîsan bêdeng bû, lê dema ku Sedam ev helwest ji Emerîkayê didî, wiha dizanî ku êdî bêdengî, nîşana pejirandinê ye û êdî ew vêxistina çiraya keske.

Dagîrkirina Kiwêtê...

Piştî ku artêşa Êraqê gef û hereşeyên xwe li ser Kiwêtê berferehtir kir, di encamê de, derbasî bo nava axa Kiwêtê bû, di heyama çend demjimêran de, tevahiya Kiwêt û beşek ji Suidiye dagîr kir.

Piştî wê hemû welatên Erebî êdî ji xwe tirsiyan û xwe avêtin ber deriyê Emerîkayê tako êdî Emerîka wan ji hêrsa Sedam Hisên biparêze, lê Emerîkayê jî, ji wan xwest ku ew bio awayekî fermî li civata ewlehiya navneteweyî, gilî bikin û bi riya biryarên Neteweyên Yekbûyî (UN) `ê û civîneke taybet ligel biryarên taybet ji bo azadkirina Kiwêtê ji artêşa Êraqê bê dest pê kirin. Emerîka xwe nake nava wan aloziyan, ji ber ku Emerîka xwedanê projeyên mezin e û herdem dixwaze tirazuyan saz bike û şer be an aramî be, di xizmeta hebûna xwe de be. Ew pir bi jîrî û jêhatî nêzîkî mijar û buyeran dib e.

Şerê Kendavê û şikandina Êraqê

Şerê Kendavê yê yekem di 17'ê rêbendana sala 1991'an de bi navê bahoza çolê destpê kir û meh û nîvekê berdewam kir. Neteweyên Yekbûyî, bang li Êraqê kir ku heya roja 15'ê Çile artêşa xwe ya dagîrker ji Kuweytê paşve bikşîne. Lê belê digel banga navnetewî, biryarên Neteweyên Yekbûyî, gefên hêzên hevpeymanan û leşker komkirina wan li Kendavê dest pê kiribû.

Şerê Kendavê ji ber ku Sedam Hisên li ser daxwaza Neteweyên Yekbûyî xwe ji Kuweyta dagirkiribû paşve nekişand, destpêkiribû. Balafirên şer û moşek Emerîka û welatên hevpeyman, di encama bombardûmaneke 40 rojan de, Êraqê wergerandin û dara zorê, ji Kiwêtê derxistin.

Şerê Kendavê, di 28'ê Reşemî (Sibata) sala 1991`î de, bi xweradestkirina Êraqê re, bi agirbesteke ji aliyê hêzên welatên hevpeyman ên erebî û navneteweyî, bi dawî bû.Artêşa Êraqê ya ku bibû xwedî şek û teqemeniyên herî nûjen û bibû hêza yekem li nav wealtên Erebî, piştî dagîrkirina Kiwêtê, vegeriya wek welatên Erebî ên ku li rewşa herî nexweş de dijîn û ew hêz û navê ku hebû, bi yekcarî jinav çû, hîn jî Kiwêt jê nagere û peran jê distîne.

Qerabû yîn dagîrkirina Kiwêtê hîn jî bi dawî ne bû ye

Kiwêtê ji 41 milyarî 30 milyar wergitiye û hîn jî li bendê ye ji Êraqê 11.2 milyar dolarî werbigrê
Di rêkefta 1/5/2013`an de, hat ragihandin ku Kiwêtê li gorî berpirsekî ji paya bilind a dewletê ragihandibû,  ku  bi sedama biryara Sedam Hisên ya dagîrkirina Kiwêtê di sala 1990`an de, wê ji serê salê ve 2,43 milyar dolar weku qerebû ji Êraqê wergirtiye, lê diyar kir ku hîn jî ew li bendê ye ku 11,2 milyar dolarên dinin weku qerebû, wê Kiwêt ji Êraqa federal werbigre.
Ajansa fermî ya Dewleta Kiwêtê, ji ber devê serokê rêvebiriya desteya giştî a qerebû kirinê Xalêd El-Mudêf ragihand, ku Dewleta Kiwêtê di manga Çile de 1,3 milyar dolar wergirtiye û di manga Nîsanê de 1,13 milyar dolar wergirtiye.
El-Mudêf ji aliyê xwe ve bang li Êraqê kir ku ji % 5 ji pereyên pertrola xwe bo sindoqa qerebû kirinê a ji bo Kiwêtê  ye feqetinê.
Heya niha Dewleta Kiwêtê ji 41 milyar dolarî yê ku Netewên Yekbûyî,  ji bo Kiwêtê weku qerebû  ji ber şerê rêjîma têk çûyî ê Êraqê li dijî Kiwêtê kiriye bi biryar kiribû, jê 30 milyar dolar wergirtiye.

Ma gelo wê rewşa Tirkiye çawa be eger xwe bi xwe bixe ber talayê, ev pies di serî û mêjka gelek çavdêr û lêkolînvan û şarezayên di bwarê siyaset û stratîjiyeta leşkerî tê gerîn û cihê mijûlbûnê ye.

Sinaryo Efrînê...

Piştî buyerên 15-3-2011`an ku li Sûriye dest pê kirin û gelên Sûrî rabûn ser piyan û daxwaza guhertina sîstema rêjîma dîktetor ya Baesê kirin, Rêjîma Sûriye hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vekişand û di encamê de, YPG`ê ji aliyê ciwanên kurd ve hate damezrandin. Ji roja 17-20-7-2012`an ve, herêma Efrînê ji rêjîmê hatiye pakkirin û pişt re jî di sala 22-1-2014`an ve, sîstema Rêvebiriya Xweser li her sê kantonên Efrîn, Kobanî, Cizîrê hat ragihandin û ew navçeyên ku bi erk û tekoşêna YPG-YJ`ê hatiye rizgarkirin, ji aliyê Rêvebiriya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê ve hate birêvebirin.

Wek tê zanîn ku kantona Efrîn taybetmendiyên xwe pir cuda hene, ne wek ti navçeyeke din e, ne wek ên li Sûriye û hem jî li bakurê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî ye.Taybetmendiyeke kantona Efrîn û Efrîniyan cuda hetye. Herêma Efrînê, Herêmeke pir dêrîn û kevin e, xelkên wê, ji hezar salan ve li wir dijîn, ew xwedanê dîrok û erk û nasnameyên xwe ên şarestaniyetê ne, Şikefta Du Derî jî nimûneya rastiya Efrînê dide nîşankirin.

Min nêrînên xwe pir azad û serbest ji bo ku desthilata AKP`ê nekeve nava tala û çewtiyên mezin û aramiya navçeyê bi giştî têknede, min li piraniya kenal û radyo û ajansan ev gotin gotiye; "Eger Tirkiyê hewil bide û êrişî Efrînê bike, wê demê wê sinaryoya Kiwêtê dubare bibe û ew hêza ku niha li destê AKP`ê de ye, wê bi yek carî têk biçe, wek çawa Sedam Hisên bi wê hêza Êraqê ya herî mezin ku ji Emerîka, Birîtanya, Almanya, ango piraniya welatên Natoyê û tevahiya welatên Erebî ji bilî Sûriye, alîkariya leşkerî û locistikî werdigirt û pir bihêz bibû, lê di Kiwêtê de, têk çû, her weha ji aliyê welatê herî dost ve (Emerîka) hate bidarvekirin."

Efrîn ne wek Cereblus û Babê û Udlibê ye ku ev navçe beriya Tirkiyê têkeve, ji aliyê çeteyên xwe ji DAIŞ-Eniya Nusra, Ehrarê Şamê û Artêşa Azad ve hatibûn amadekirin û ji bo pêşwazîkirina li Tirkiyê hatibûn perwerdekirin ku Tirkiyê welateke Îslame û dostên wane û wê rê nede kurdan ku li navçeyê desthilatdar bin û gelek rêklamên din ên ku rûyê artêşa Tirkiyê xweş bikin û bi xelkên wan navçeyan bidin pejirandin, ji aliyê wan çeteyên ku li Cerebûs, Azaz, Babê û Udlibê ve dihatin pşxistin.

Lê Herêma Efrînê xwedî taybetmendiyeke pir cudaye ji wan navçeyên ku me amaje pê kirî. Efrîn ji dîroka dêrîn û kevin ve, herdem serbilind û xwedî hêz û raman û peyayên merd û mêrxwas bû ye. Dîroka Efrînê ji ser demên berê û heya Îro jî, wê rastiyê dide nîşandan ku tenê Efrînî dikarin, Efrînê birêve bibin û xwedî lê derkev in.


 Hêzên Efrînê beşdarî rizgarkirina Reqayê bûn


Hêzên Herêma Efrînê YPG-YPJ ên ku ligel Hêzên Sûriya Demokratîk  dikarîbûn parêzgeha Reqayê bi tevayî ji terorîstên DAIŞê rizgar kirin, bi aramî û serbilindî vegeriyan Efrînê.
Li gorî jêderên YPGê ku li Herêma Efrînê ku di roja sêşemê 7-11-2017`an piştî rizgarkirina bajarê Reqayê û Tebqayê, hêzên YPG-YPJ`ê careke din vegeriyan herêma Efrînê.

Piştî ku Reqayê rizgarkirin, Hêzên Efrînê bi serbilindî vegeriyan cihê xwe. Ev yek piştî 134 rojan şerê Hêzên Sûriya Demokratîk ligel terorîstên DAIŞê berdewam kiribû heya bi tevayî ji destê terorîstan hate rizgarkirin, di wê pêngavê de jî, Hêzên YPG-YPJ û Lîwaya Bakurê Demokratîk jî têde bû, piştî ku bi hev re rizgar kirin, bi serbilindî vegeriyan cihê xwe.

Ev jî nimûneya rastiya Efrînê ye ku ne tenê berevaniyê li xwe dike, lê berevanî li Kobanî jî kir û gelek şervanên xwe ên mêrxwas û leheng şandin berxwedana Kobanê ji wan , pakrewana navdar û jêhat Arîn Mîrkan, pakrewan Ozgûr, Xemgîn, Kendal, Hozan Rojava, Mezlum Efrîn ku xwe kirin bi mertala zindî ji bo biserxistina berxwedana Kobanê ya dîrokî li hemberî terorîstên navneteweyî DAIŞê.

Efrîn ji neyaran re wek hestiyê masî ya ye.

Ez bi nêrîna xwe ya zelal dibêj im ku her kes û alî û hikûmet û welatekî din bi niyazî êrişa dagîrkerî li dijî herêma Efrînê tevbigere, wê demê, Efrîn wê ji wan re bibe bi estiyê derzî yê masiyan di hundir gewrî û binzimanên wan de biçike û wê bibe sedam mirin û têkçûna jiyan û desthilatdariya wan.

Ev ne gef û hereşeye, ne rêklam û propagandeye, lê ew rastiya Efrîn û xelkê wê û parêzvanê wê YPG-YPJ-Eniya Kurdan-Artêşa Şoeşgeran- Lîwaya Şemal Demokratî ên ku bi şev û rojê canêxwe didin û her demê jî amadene ku xwe bikin fedayê parastina axa Efrînê, nîşaneya wê rastiyê ye ku Efrîn wê nekeve bin dagîrkirina ti hêz û welatekî din de.

Ezê vê ji bo dîrokê bibêj im; Efrîn tenê yê xelkê xwe û parêzvanên xwe ye, her kesek ji bilî vê rêkê bîr bike, ew xwe dixapîne û derdorê xwe jî biçûk û nezan dibîne.

YPG û Efrîn...

Wek em tev dizanin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi tekoşîn û xebat û berxwedaniya xwe ya di vê dema kurt de, rastiyek li ber çavan nîşanî her kesî kir ku eger pirsgirêka gelê Kurd û doza wê ya rewa neyê çareserkirin, pirsgira tevahiya Sûrî çareser nabe.

YPG ya li dijî hemû êrîşên rejîmê û komên çeteyên ku bi piştgiriya Tirkiyê êrişî Efrîn û Şêx Meqsûdê dikirin, bi lehengî liber xwe daye, îro jî, bi reşkavî  YPG`ê bû ye hêviya hemû gelê Kurd û pêkhatên din li Rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriye.

Di hevdîtineke min bi fermandarê giştî yê hêzên YPG`ê heval Sîpan Hemo, derbarê çawaniya destpêkirina kar û xebata YPG`ê, ji min re wiha anî ser ziman; Wan di destpêkê de, di dema hebûna rêjîma Esed, ji ber xweparastina ji rêjîmê, leşkergehên veşartî vekirin û bi awayekî nihên di çiyayên Efrînê de, gelek xolên serbazî ûn cuda cuda derxistin û bi serkeftî derbas bûn.

Her weha wan di sala 2011 `an de bi fermî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand û îro jî gelê Rojavayê Kurdistanê bû xwedî hêza gelê xwe û ji Dêrka Hemkoyê û heya Efrînê YPG`ê gelê xwe diparêzin û erkê xwe li hemberî dîrokê bi cî tînin.

Li Efrînê YPG`ê neyartiya Tirkiyê nake

Di berdewamiya axiftinên xwe de, serfermandarê giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistanê Sîpan Hemo ji PUKmedia`yê re aşkire kir ku ew weke serfermandarê Giştî yê hêzên YPG`ê herdem di asta parastina rewa de tevdigerin û êrişî ti kes û aliyan nakin û tenê herêm û rûmeta gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û pêkhatên din diparêzin û xwedî li mafên gelê Kurd û destkeftên heyî derdikevin û wê li ser wê rêbaza xweparastina rewa berdewam bikin.

Hemo bi aşkireyî got; Ji bo gefên dewlta Tirkiyê û alîkariya wan bi komên çekdar ên Sûrî re, ew dixwwazin me bikşînin nava şerekî bê wate, lê em êrişî dervayî sînor nakin û emê hêla siyemîn  ji xwe re bikin pirensîp, emê mafê xweparastina rewa bikar bînin di dema êrişkirina ji dervayî sînor.

her weha heya niha aramiya li sînorê Tirkiyê ji aliyê me ve, ti carî nehatiye têkdan û em nahlin ti kom têk bidin û em nahêlin ku ti hêz jî ji dervayî sînor rişî ser gelê me bike û aramiya navçeyên me têkbidin.

Der encam...

Ev yek tê wê wateyê ku hikûmeta Tirkiyê armancên xwe li dijî Rojava û bi taybetî Efrînê pir xerape û wê wek Sedam Hisên ber bi çewtiyeke mezin ve biçe û wê çarenivîsa xwe wek Sedam Hisên bibe.

Efrîn wê bibe derziya estiya masiyan ji bo wan welat û hêzên ku dixwezin êrişî Herêma Efrînê bikin û dagîr bikin. Efrîn ti carî naye deqirtandin û wê baca êrişa li dijî Efrînê pir mezin be û bê wêne be.

PUKmedia-Hozan Efrînî

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket