Tekoşîna YPJ`ê roj bi roj bilintir dibe

kurdistani 11:47 AM - 2017-12-05
Tekoşîna YPJ`ê roj bi roj bilintir dibe

Tekoşîna YPJ`ê roj bi roj bilintir dibe

 Li Akademiya Şehîd Şîlan a YPJ’ê ya li Kantona Efrînê “Dewreya Şehîd Xwînda” bi merasîmeke leşkerî bi dawî bû.

Di merasîma bidawîkirina dewereyê de, gelek fermandar, şervanên YPJ’ê û Eniya Parastina Jin a Şehbayê amade bûn.

Merasîm ji bo bîranîna cangorıyên azadiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê  ji fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat axivî, Bîrhat di axaftina xwe de dawîkirina dewreyê li hemû şervanan pîroz kir û salvegera şehadeta şehîd Şîlan û rêhevalên wê bibîranî û got:” bi dawîkrına dewrê rastî bîranîna şehadeta heval Şîlan û rêhevalên wê hat, ji ber wê erkên ku dikevin ser milên me pêwîste em di pratîkê de heya dawiyê riya şîlanan bişopînin.”

Her wiha Bîrhat bal kişand ser êrîşên ku di aliyê dewleta dagirker û faşîst ya AKP’ê de li ser herêma Efrînê pêk tên jî û wiha got:” êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê li ser herêma Efrînê her çûye zêdetir bûye, em jî bi dawîkirina van perwerdeyan her roj xwe mezintir dikin û dibin xwedî ezmûnekî ku em bikaribin hêviyên gele xwe bi cîh bînin û li hember êrîşan tu carî em zeyîf nebûne û bi pratîk û keda şehîdan em ê serkeftınê misoger bikin.”

Fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat, di dawiya axaftina xwe soza gîhandina serkeftinê da.

Piştre şervanan soza bilindkirina tekoşînê û şopadina xeta şehîdan nû kirin, her wiha nasnameyên xwe wergirtin û merasîm bi duruşmeya şehîd namirin û jin jiyan azadî bi dawî bû.

Piştî wê şervanan bi girtina dîlana azadiyê, bi coş û moraleke mezin dewre bi dawî kirin. Şervanan dîplomeya xwe wergirtin û li ser yekîneyên xwe belav bûn.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket