Endamekî peywendiyên PYD`ê; Riya Fîş Xabur vekiriye.

kurdistani 01:04 PM - 2017-10-31
Deriyê Sêmalkayê hat vekirin

Deriyê Sêmalkayê hat vekirin

Riya Sêmmalka-Fîş Xabur vekiriye û hat û çûn heye.

Endamê peywendiyên PYD`ê li Başûrê Kurdistanê Fuad Mislim; Riya Sêmalka hem ji bo xelkên sivîl û hem bazirganiyê vekiriye.

Derbarê rewşa dawî ya li deriyê Sêmalka û Fîş Xaburê ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, îro roja sêşemê 1-11-2017`an, endamê peywendiyên PYD`ê li Başûrê Kurdistanê Fuad Mislim ji PUKmedia`yê re ragihand ku hat û çûyîn di deriya Sêmalkayê re normale û rojane xelkên Rojava ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava dibin.

Mislim bi xwe ku derbasî aliyê Rojava bibû, li vegera xwe li ber sînorê Sêmalka û Fîş Xaburê, di peywendiyeke telefonî de, ji PUKmedia`yê re ragihand ku piştî lihevkirina Êraq û Herêma Kurdistanê û hatina artêşa Êraq û hêzên hevpeymanên navneteweyî bo deriyê Fîş Xaburê nava axa Başûrê Kurdistanê, niha derî bi awayeke asayî vekiriye û gelek ji kurdên Rojavayê Kurdistanê vedigerin axa Rojava û liva bazirganiyê jî her berdewam e.

Her weha di roja 28/10/2017 de, Rêveberiya Herêma Cizîrê derbarê vekirina riya Sêmalka ya di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de aşkire kir ku ewê rê vekirî bihêlin û hatûçûna xelkên sivîl wê normal be.

Hêjayî gotinê ye ku ji bo pevçûnên di navbera pêşmerge û heşed Şehbî de, di roja 27/10/2017`an de biriyar hebû ku deriyê Sêmalkayê ya Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê bête girtin.

Wek hatibû ragihandin ku jhi ber tenduristiya jiyana xelkên sivîl û bazirgan ûn herdu aliyên Kurdistanê, rêveberiya giştî ya deriyê sînor ya Sêmalkayê ya Rojavayê Kurdistanê biryar dabû ku êdî ew derî were girtin tako rewşa şer û ewlehiya wê navçeyê aram dibe.
Lê îro jî ji ber lihevkirina pêşmerge û heşedê şehbî êdî dîsan rê tê vekirin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket