20 leşkerên Tirk hatin kuştin

kurdistani 03:20 PM - 2017-10-09
Serhed Warto

Serhed Warto

Li ber sînorê bakur û başûrê Kurdistanê 20 leşkerên Tirk hatin kuştin
Îro roja duşemê 9-10-2017`an li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê, 20 leşkerên ser bi artêşa Tirkiyê ji aliyê HPG`ê ve hatin kuştin.

Di wê barê de, peyvdarê fermî yê Koma Civakên Kurdistanê Serhed Warto ji PUKmedia`yê re ragihand ku duhî roja yekşemê 8-10-2017`an, li navçeya Barzan ya başûrê Kurdistanê û Mêrgesor ku nêzîkî sînorê bakur e, 11 leşkerên Tirkiyê ji aliyê hêzên HPG`ê ve hatine kuştin .
Di berdewamiya axiftina xwe de, Warto got; Hêzên HPG`ê li navçeya Çolemergê ya bakurê Kurdistanê jî çalakiyeke girîng pêkanîn û di encamê de, 11 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.
PUKmedia-Macid Mistefa

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket