MXDŞ: Hêvî dikin ku xebata Mam Celal bi tifaqa neteweyî bê tacîdarkirin

kurdistani 12:38 PM - 2017-10-08
 MXDŞ: Hêvî dikin ku xebata Mam Celal bi tifaqa neteweyî bê tacîdarkirin

MXDŞ: Hêvî dikin ku xebata Mam Celal bi tifaqa neteweyî bê tacîdarkirin

MXDŞ’ê bi boneya wefata Mam Celal peyamek weşand, sersaxî ji malbata Talebanî û gelê Kurd re xwest û got: “Di roja îro de wefata Mam Celal ji bo têkoşîn û xebata Kurd windahiyek mezin e. Hêvî dikin ku xebata Mam Celal bi tifaqa netewî bê tacîdar kirin."

Meclisa Xweriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi wesîleya wefata Sekreterê Giştî yê YNK’ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî peyamek sersaxiyê weşand û di serî de ji bo malbata Talebanî, YNK û tevahî gelê Kurd sersaxî xwest.

MXDŞ’ê di peyama xwe de wiha got: “Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî ku weke Mam Celal di nava Kurdan de tê naskirin, ji bo bidestxistina mafê gelê Kurd û tifaqa navbera pêkhateyên herêmê xebat û têkoşînek bê hempa meşand. Bê guman wefata Mam Celal ji bo me hemûyan bû cihê xemgînî û dil êşiyê. Her wiha di têkoşîna Kurdan de bû windahiyek mezin.”

MXDŞ’ê bal kişande ser hewldana Mam Celal a ji bo tafaqa netewî ya Kurd û ev tişt hate gotin: “Mam Celal ji bo çareseriya pirsgirêkên Kurdan û destxistina mafên xwe yên rewa xebatek mezin meşand. Daxwaza wî jî çêkirina tifaqekî netewî bû. Her wiha ji bo hemû beşên Kurdistanê û pêkhate, bawerî û çînên cûda bê cûdahî xebat meşand. Em hêvî dikin ev xebata Mam Celal bi tifaqa netewî bê tacîdarkirin.”

Herî dawî jî MXDŞ’ê sersaxî ji bo malbata Talebanî, YNK û tevahî gelê Kurd re xwest.

PUKmedia-Firatnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket