Şandeya Rojav; Emê daxwazên serok Mam Celal pêk bînin

kurdistani 12:42 PM - 2017-10-07
Şandeya Rojav; Emê daxwazên serok Mam Celal pêk bînin

Şandeya Rojav; Emê daxwazên serok Mam Celal pêk bînin

Şandeya Rojavê Kurdistanê di merasîma xwehafîziya li serok Mam Celal gotin; Emê daxwazên serok Mam Celal pêk bînin.
 
Îro demijmêr 10,30 li bajarê Silêamniyê , li ber mezarê serok Mam Celal, serok û nûnerên welat û partiyan serdana dawî ji bo koça dawç ya serokê kurd rêber Mam Celal kirin û tê de tacên gulan li ber serî wî danîn.
Her weha piştre jî şandeya Rojavayê Kurdistanê gotarên xwe pêşkêş kirn ku Dayîka Şehîd Helebçe di gotara xwe da got; Em serxweşiyê ji malbata Serok Mam Celal re dixwazin û ev roj wê bibe roja yekrêziya gelê kurd û em ê li ser rêbaza serok Mam Celal berdewam bin û xwesteka wê ya yekrêziya gelê kurd jî pêkbînin.
Her weha serokê encûmena zagonan ya kantona Cizîrê Hekem Xelo jî got; Serok Mam Celal wek rêberekê mezinî gelê kurd û Kurdistanê bû, em xebata wî bibîrtînin û emê di warên kirdarî de, bicih bikin ji ber ku wî tekoşêna rizgariya neteweya kurdî ji bo tevahiya gelê kurd kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket