Proseya refrenduma Herêma Kurdistanê
kurdistani 05:49 PM - 2017-09-17Proseya refrenduma Herêma Kurdistanê
Festîvala Duhokê ya referendumê
16/9/2017 20:03:00
Li Duhokê jî festîvala refrendomê bi coşeke mezin birêve çû.
Îro roja şemiyê, li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê, bi hezaran amadeyî festîvala refrendumê ya ji bo serbixweyî Herêma Kurdistanê bûn û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî tê de gotarek pêşkêş kir.
Barzanî di gotara xwe de, tekez li ser birêvebirina refrendumê kir ku wê her di dema xwe de pêk we re. Aşkire kir ku êdî ew li roja 25-9-2017`an, dest bi proseya refrendumê dikin û mafê çi kes û welatan nîne ku rêgiriyê li daxwazên gelê kurd bikin.
Parlemantoyê Herêma Kurdistanê deng da Referandûmê
16/9/2017 08:33:00
Parlemantoyê Herêma Kurdistanê duh înê 15-9-2017`an, di civîna xwe de yê bi seroketiya serokê Parlemantoyê Cafer Îbrahîm bi amadebûna 65 endaman li ser Referandûmê Kurdistanê dengda ,ji du salan ve ev yekemîn care ku Parlemantoyê Kurdistanê dikeve çalakiyê .
Amaje bi wê jî hat kirin ku civîn bê amadebûna Goran û Tevgera Îslamî birêve çû.Hêjay gotinêye ku ji 2015`de ve Parleman hatiya daxistin û yekem roj ji çalakiyên xwe deng da Referandûmê .
Goran û Komelaya Îslamî di rûniştina Parlamentayê de beşdar nabin
15/9/2017 15:34:00
Roja Înê 15-9-2017`an.Tevgera Goran li gel Komaleya Îslamî yê Kurdistanê ragihandin ku civîna Parlementayê a ku dê îro pêkwere beşdar nabin.
Derbara wê de Merwan Kelalî serokê komelyê ji Rojnamevanan re ragihand ku bi sedema lihevnekirina aliyên siyasîji bi nexşa rêyê karê pêşerojê di civînêde beşdar nabin.Her weha jî Şoreş Hecî endamê Tevgera Goran aşkere kir ku ew jî beşdarê rûniştina Parlamanê nabin ji ber ku ne li gorî qanûnê ye.
Birêt Mekgork cêgrewa Referandûmê pêşkêş kir
15/9/2017 09:59:00
Nûnrê Emrîkayê a Hevpeymaniya Navnetewî Birêt Mekgork di heyama kongireyek Rojnamevanî de li bajarê Helêrê roja Pêncşemê ragihand ku pêkanîna Referandûmê niha li Herêma Kurdistanê metirsiyekê li ser nûştecihên Herêmê çêdike.
Her weha jî Birêr da zanîn ku cîgerewek ji Referandûmê re pêşkêş kir ji ber ku Hevpeymaniya Navnetewî piştgiriya Referandûmê nake û tekez kir ku Cêgrew li bercewandiya Êraq û Kurdistanê dike.
Megkork anî ziman ku li gel serok Mesûd Berzanî li ser vê mijarê gotûbêj kir û aşkere kir ku agahdariyên pişniyarê ku hatiye pêşkêşkirin aşkere nakin,amaje bi wê jî da ku niha ew li benda bersiva Berzanîne ji ber ku dê li gel aliyên siyasî li serwê mijarê gotûbêj bike.
YNK dê li gel Yekkirtiyua Îslamî gotûbêj bike
13/9/2017 10:56:00
Ji biryare ku îro çarşeme 13-9-2017`an Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li gel Yekkirtiya Îslamî ya Kurdistanê bicive.
Li gor agahiyên ku PUKmedia`yê bidestxitine ku Şandeyek ji YNK dê serdana Yekkirtiya Îslamî ya li bajarê Hewlêrê bike ji bo ku li ser mijara Rapirsî û çalakkirina Parlementoyê Kurdistan û aloziyên herêmê gotûbêjbikin.
Şandeyek bilind yê Goran ligel YNK-PDK`ê dicive
11/9/2017 19:41:00
Wê ji bo karakirina parlemana Kurdistanê, Şandeyek bilind yê Goran ligel YNK-PDK`ê dicive
Şandeyeke bilind yê Tevgera Goranê, ji bo karakirina parlemana Kurdistanê serdana Hewlêrê bike û wê ligel Yekîtiya Nîştimanî û Partiya Demokrata Kurdistanê bicive û dest bi gotûbêjên derbarê çawaniya karakirina parlemana Kurdistanê bikin tako alozî û pirsgirêkên heyî beriya roja refrendomê bêne çareserkirin.
Medyaya Goranê weşandiye ku wê Tevgera Goran ligel YNKû PDK`ê bi serpereştiya Omer Seyid Elî ji bo serdana Hewlêrê bicivin û derbarê pirsgirêkan de riya çareseriyê bibînin û çareser bikin şandeyek pêkhatiye tako ligel hemû aliyên siyasî bicivin û aloziyan gotûbêj bikin.
Goran û YNK û PDK wê sibê jî liehev bicivin
12/9/2017 19:32:00
Jji bo karakirina parlemana Kurdistanê, Şandeyeyke bilind yê Goran ligel YNK-PDK`ê civiya û wê sibê jî berdewam bikin.
Îro roja sîşemê, Şandeyeke bilind yê Tevgera Goranê, ji bo karakirina parlemana Kurdistanê serdana Hewlêrê kir û ligel Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê civiya û dest bi gotûbêjên derbarê çawaniya karakirina parlemana Kurdistanê kirin tako alozî û pirsgirêkên heyî beriya roja refrendomê bêne çareserkirin.
Di wê barê de, Piştî bi dawîhatina civîna sê qolî ya Goran û YNK û PDK`ê dest bi kongireya rojnamevanî hat kirin û endamê desteya kargêr ya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar ragihand ku bi navê hersê aliyan naveroka civîn û lihevhatina hersê aliyan şirove kir.
Mela Bextiyar aşkire kir ku ew 7 xalên girîng ku wek nexşeya rêkê ku arasteya hemû aliyan hatibû kirin û ji aliyê partiya demokrata Kurdistanê ve jî hatibû pejirandin û Goran û Komala Islamî jî pejirandibûn li ser hat rêkeftin.
Her di berdewamiya axiftina xwe de, endamê desteya kargêr ya politburoya YNK`ê dazanîn ku ew 7 xalên ku hatibûn pejirandin, careke din li ser çawaniya cêbicihkirina wan yek bi tyek hate gotûbêjkirin û ji bo wê jî, sibê roja çarşemê jî, di makoya Tevgera Goranê de, dîsan lihev dicivin tako biryara dawî were dayîn.
PUKmedia-Taybet
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25