Serdanek ji bo Êzîdîxan li Salona Kurdistanî New

kurdistani 05:01 PM - 2017-08-20
Serdanek ji bo Êzîdîxan li Salona Kurdistanî New

Serdanek ji bo Êzîdîxan li Salona Kurdistanî New

Pirtûka bi navnîşana (Serdanek ji bo Êzîdxan) li Salona Kurdistanî New hat nasandin û belavkirin.

Nasandin û belavkirina pirtûka Serdaneke bo Êzîdxan yê rojnamevan û nivîskar Sertîp Cewher ku îro roja yekşemê 20-8-2017`an, bû bi pirtûkeke din li zincîreya salona Kuridstanî New  di baregeha rojnameya Kurdistanê New de birêve çê.
Di wê merasîmê de, hejmarek ji rojnamevan û nivîskarên ji her çar aliyên Kurdistanê amadebibûn, sernûserê rojnameya Kurdistanî Nwe Stran Ebdulah hinek li ser girîngiya pirtûkê û naveroka nivîsa wê şirove kir û destxweşî li nivîskar Sertîp Cewher jî kir  ku serdana cihên metirsîdar li Şengalê kiriye û jiyana xwe xistiye metirsîdariyê tako rastiyên heyî ji mirovan re aşkire bike û çêroka xwe jî di rojanameya Kurdisrtanî Nwe de beş bi beş hatibû weşandin.

Her weha nivîskar  Sertîp Cewher jî aşkire kir ku di dema remalkirina nûçeyên derbarê Şengalê de, amaje bi metirsiyan jî kir ku li Şengalê tê re derbas bû ye tako rastiyan derbarê kareseta Şengalê, ji bo gelê xwe zelal bike û dikarî pirtûkê jî amade bike ku wek qonexeke dîrokî yê Êzîdiyan û gelê Kurdistanê bi giştî tomar bike.
Her weha di dawiyê de, hejmarek ji amadevanan jî nêrînên xwe di barê babatên pirtûkê de anîn ser ziman û destxweşî li nevîskar kirin ê di dawiyê de jê hem pirtûk hate belavkirin û mora nivîskar Sertîp Cewher li ser hat kirin û herdu kenalên Kurdsat û Gelî Kurdistanê jî hatin xelatkirin ji bo remalkirina bi berdewamî ji kar û xebatên salona Kurdistanî Nwe re.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket