Dîroka bav û kalan nas bikin(Horî)..Biradost Mîtanî

kurdistani 01:41 PM - 2017-08-01
Kelaya Nebî Horî li Efrînê

Kelaya Nebî Horî li Efrînê

Evîndarê dîrok û çanda KURDÎ yên birêz : Va bi kurtî pencerek ji dîroka me ya KURDÎ ye , ewe bavkên me yên HOR Îne :
Horî *xorî: 4000 -750 b.z
Ew li KURDISTANÊ ne ji 4000 b,z ve û lê belav bûn ser xaka wê. piştî bûn gel ber bi çemên Diclê û Feratê ve hatin , deshilatî kirin û ber bi Mozobotamiya Başûr ve çûn , di riwê êrîşên Akadiyan û Babiliyan de rawestiyan bi şiyanek siyasî şaristanî xwert 2500 b.z.
Ewin ên yekemîn xwediyê bajarê Nisêbînê, dema ku navê wî nisêbîs bû, piştre paytexta xwe Orkêşê 2500 b.z ava kirin a niha dibêjinê Girêmozan, rohlatî bajarê Amûdê( 6) k.m, têde perestgih û avahiya padîşahê wan Topkêş hatiye dîtin .

Horî gihane Rojavayê Sûrî, li deşta hemkê mîreşîna ALALAXÊ avakirin li ser çemê Asî ava kirin 2700 b.z .
HORÎ li herêma Diclê dihatin nasîn bi navê sobarto , navê Sûrî di dema wan de welatê horo û carinan welatê soro bû . bi taybet gelek caran fer'ûniyên MISRÊ ev nav bikar tanîn û niha di belgeyên wan de ye.
Horî mane bi vî navî ta 1550 b.z , ji sedema qelis bûna wan a berxwedana leşkerî di şikestin di şeran de û bindestî AKADÎ û HÎTIYAN dibûn , ji wê dîrokê ve hatin naskirin binavê HORÎMÎTANÎ , jiber ku MÎTANIYAN mîna çîneka berxwedêr bi mêranî serê xwe hildan û bervanî kirin di ceng û şeran de , ser pişta hespan , navên wan bûn MÊRTAN ta 1250 b.z berdewam kirin, dema HÎTIYAN dewlet dagir kir, piştî vê dîrokê dîse gelê KURD di wê herêmê de hate naskirin bi navê HORIYA yê bindest bû ji layê leşkerî ve , lê yê herî xwert bû ji layê çand û olê ve , nexasim zimanê KURDÎ yê bandora xwe li derdora xwe tev kir , li HÎTÎ . SIRYANÎ , ARAMÎ û QIPTÎ , piştî çerxê heftan berya zayên , dicihê HORIYAN de dîse KURD bûne xwedî hêza yekemîn di SÛRÎ û ROJAVA de bi taybet û di rohilata navîn de bi giştî ser destên ipratoriya MÎDÎ , ya di dema wan de navê SÛRÎ bû welatê SORMÎD , carinan HORMÎD.
Bi zimanê HORÎ destana GELHAMÊŞ hatiye nivîsandin , strana yekemîn li cîhanê ya KURDÊN HORÎ ye , nota wê ya mozîkê li QXARÊTÊ hate dîtin.
Navê XORÎ (ROJ) û yê XWEDÊ û yê KURDÎ û yê KOTÎ (ÇIYA) û yê SÛRÎ û yê KURDISTAN û yê SIRYAN û yê AHOREMEZDA û yê ASÛRÎ (AŞÛRÎ ) ten ji navê HORÎ hatine.

Nivîskar; Biradost Mîtanî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket