Şandeyeke Îtalya serdana politburoya YNK`ê kir

kurdistani 12:18 PM - 2017-06-06
Şandeyeke Îtalya serdana politburoya YNK`ê kir

Şandeyeke Îtalya serdana politburoya YNK`ê kir

Li bajarê Silêmaniyê paytexta rewşenbîrî, Şandeyeke Îtalya serdana politburoya YNK`ê kir
Duhî roja duşemê, 5-6-2017`an piştî nîvro li bajarê Silêmaniyê di hola politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, pêşwazî li şandeyeke Îtaliyayê hat kirin.

Her weha bi amadebûna her yek li berpirsê Desteya Kargêrî ya Politburoya YNK`ê Mela Bextiyar û endamê politburoya YNK`ê Sedî Ehmed Pîra û endamên serkirdeyetiya Ynk`ê Nermîn Osman û Blêse Cebar Ferman û Perwîn Kake Heme û berpirsê peywendiyên derve Abdulrezaq Feylî û cîgirê berpirsê peywendiyên derve Tehsîn Namiq pêşwazî li şandeya Îtalî ku pêkhatibûn ji Sînator û parlementer û kondilê fgiştî yê Îtaliya li Herêma Kurdistanê hat kirin.

Di wê civînê de.  berpirsê Desteya Kargêrî ya Politburoya YNK`ê Mela Bextiyar  bi xêrhatina şandeya mêvan kir û aşkire kir ku welatê Îtaliyayê yeke ji girîngtirîn welatên Rojava dizanin û peywendiyên YNK`ê bi Îtaliyayê di asta herî bilind ye û heya ligel encûmena pîran û hikûmetê pir bihêze û ew yek jî, yekek ji siyaseta YNK`ê ya herî sereke ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket