Balyozê Amerîka bo Newşîrwan Mistefa ji Goranê re Sersaxî Xwest

kurdistani 10:11 AM - 2017-05-20
Balyozê Amerîka bo Newşîrwan Mistefa ji Goranê re Sersaxî Xwest

Balyozê Amerîka bo Newşîrwan Mistefa ji Goranê re Sersaxî Xwest

Balyozê Amerîkayê yê li Hewlêrê Ken Gross ser koça dawî ya Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa peyameke sersaxiyê weşand.

Ken Gross di peyama xwe de Newşîrwan wek dîroknas, rewşenbîr, pêşmergeyê berê û siyasetmedar da nasîn û jibo malbat û hezkiriyên wî sersaxî xwest.

Ken Gross dîyar kir ku ku hewildanên siyasî yên Newşîrwan Mistefa yên jibo Kurdistana Îraqê û gelê Kurd, nayên jibîrkirin.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) û Partîya Demokratîk (HDP) jî ser Newşîrwan Mistefa peyamên sersaxîyê weşandin.

Newşîrwan Mistefa, di 73 saliya xwe de, duh roja Înê di demjimêr 08:00’en serê sibê li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.

Ecûmena Parêzgeha Silêmaniyê jibo Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa 3 roj şîn ragihand.

PUKmedia/VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket