Azadiya rêberekî mezin yê Kurd erkê hemû kurdekî ye

kurdistani 06:15 PM - 2017-02-12
Azadiya rêber Apo erkê hemû kurdekî ye

Azadiya rêber Apo erkê hemû kurdekî ye

Azadiya rêber Apo û rêber û serkirdeyên ku di zîndanên rêjîm û neyarên gelê Kurd de girtîne, erkê hemû kurdekî ye.

Zarokek ji hembêza dayîka xwe ber bi roja azadiya welatê rojê ve, bi gelek zor û zehmetî çavên xwe hilanî. Lê bi cavhilanîna wî zarokî re, vejîna jiyaneke nûjen û tev li tekoşîn û lehengî û berxwedana dest pê kir.
Zarokê amaje pê kirî, gelek bi wate tevdigerî, ji destpêka jiyana xwe ve, ji pêlên pêngavên jiyanê û gera vejîna geştariya jîna nûjen û azad, pêngavên azadiya vînê û têrkirina mêjk û hizra mirov, tev li wî zarokî kir ku, êdî dest bi vejîneke sertanserî bike.

Ew zarokê ku di hembêza dayîka xwe de, bû, bi hestên dayîka xwe ya pir serxwe û jêhat jiyan bi ser birî, xwe kir navenda hêza vîna zarokên gundê xwe û piştre jî dema ku ber bi qonaxa ciwaniyê ve çû, êdî tevdgerên mêrxwesî û tekoşerî û karên watedar jê dibarî, dema ku qonaxa mêrciwaniyê re derbas dibû, karên wî ên hizrî û tekoşîna wî ya hemdemî, hêdî hêdî ber bi veghurtinên pir mezin ve, pêngavên vejîna rasteqîne avêt. Ew zarokê di hembêza dayîka xwe de bû, bû bi giranî li ser tevahiya rêjîmên dîktetor ên cîhanî, ji ber wê yekê jî, piraniya ew welatên xwedî rêjîmên dîktetor û paşverû, destên xwe kirin yek û ew zarokê di hembêzaa dayîkê de, bi pîlangêriyekî navnetewî yê qirêj dan girtin û radestî Tirkiyê kirin.

Lê wek wan li ser girtina wî zarokî difkirîn, wiha nebû, ji ber ku ew zarok bû bi ciwanekî şoreşger û tekoşer û piştre jîdikarî artêşekî ji zarokên wek xwe bide sazkirin û perwerdekirin tako bibe bi nimûneya ciwanên parastina axa welatê rojê.

Ew zarok di roja îro de, 18 saliya xwe di zîndana neyarên doza kurd û Kurdistanê de, desrbas dike, ew niha feylosof û bîrmendê ronakbîrê mezin yê gelê kurd û yê gelên bin dest e.

Girtina wî zarokê ku di hembêza dayîka Awêş de, cîhan tev hejand û xwe kir bi rojeva ragihandin û civînên hemû welatekî cîhanê. Bêhtir ji 60 kesî xwe ji bo girtina wî şewutandin û xwe ji avahiyan de, avêtin. Girtineke cuda bû ji ên serok û rêberên dî ên kurd.

Ne tenê kurdên Bakur an Rojava an Başûr rabûn, lê

Bi nêrîna min, ji erkên her kurdekî welatperwer û welatparêze ku daxwaza azadiya rêberê gel bike û bi bê tirs û feykirin.
Ev ne mine te ev erkê e. Her kesên ku daxwaza azadiya rêber Apo bike, ew ne tê wê wateyê ku ew bû bi Apocî an jî endamê PKK'ê, ji ber ku ew daxwaza erkekî kurdwarî û mirovahî ye.

Daxwazakirina azadiya rêberekî kurd, ne tenê ji Apociyan tê xwestin, ew erkê ji hemû kesî tê xwestin.ez dikarim ji bo we nimûneyekê ji axiftina serkirdeyekî navdarê Rojhilatê Kurdistanê mamoste Abdula Hesen Zada bû, bîn im ser nivîs ku di sala 2006`an de, ji min re derbarê helwesta wan li hemberî roja pîlangêriya navnetewî ya li dijî rêber Apo pêkhatibû ku bi vê awayî got; Bo nimûne li Kurdistana Başur, rojnameyeke ser bi PKK`ê hebû di çend jimareyekê xwe de, li ser partiya (Hizba Demokrata Kurdistanê) me dinivîandin, lê dema ku heval Ocalan hate revandin, min yekser dest bi amedekirina civîna ne asayî ya partiya me kir, min ji amedevana re got, dibê em helwêsta xwe li dijî bûyera revandina heval Ocalan nîşan bidin, herwa hevalekî me jî rabû û bi hêrs axifî û got’’ Em tu gotina li ser wê mijarê nabêj in, çimkê li vir, rojnama wan di njimareyên xwe de, li dijî me dinivîsîne, ma  çawa emê piştgirîya wan bikin…?

Mamoste Zada wiha berdewam kir û got; Min jî, wiha wî hevaî partiya me re got; Ev tişt cudaye ji tiştên ku tu amaje pê dikî cudaye. Ji ber ku ev mijareke pir nerihete û metirsîdare li ser doza kurd û pêşeroja wê, mihnetê Kurdana , îro li serê Ocalan û PKK ye, wê sibê li serê min û te be, piştre wê li serê partî û serokekî din yê Kurd be, çimkê rastiya vê pîlangêriyê bi ser hemû gelê Kurda hatîye, ne tenê bi ser PKK`ê de hatiye. Nabe ew gotin bi wê rengî were gotin. Piştra hemû hevalan jiminra gotin, gotinên te rastin û dibe em bi zutrîn dem belavokekê li dijî komployê derxîni.

Mamoste Abdulah Hesen Zada piştre jin min re got ku; Me belavoka nerizayî ya partiya me bo revandin heval Ocalan, radestî peyamnêrên ‘Med,tv’ kir û piştî du demjimêran di televizyona esmanî a Kurdî Med,tv de  belavoka  helwêsta me li dijî  komployê, yek ser hate xwendin, ev bû kû partiya me berî hemû kesî helwêsta xwe nîşan bide.

Her weha nemir Îbrahîm Ehmed herdem di jiyana xwe ya siyasî û tekoşeriyê de, dixwast bîra netewî û ramanên nîştimanperwerî di felsefeya Jiyana rojê ya nefşên nû û û ciwanan de berferehtir bibe û xwedî li rastiya doza rewa ya gelê kurd derdiket.

Wek ku rêber Apo bi xwe di barê nemir mamoste Îbrahîm Ehmed de dianî ser ziman û wiha digot; "Mamoste Îbrahîm Ehmed, parêzvanê rastiya rewşenbîrtiya netewî kurd e ". Ev tê wê wateyê ku nemir mamoste Îbrahîm Ehmed xwedî kesayetiyeke pir mezin û jêhatî bû .

Her weha piştî girtina rêber Apo ew rastiya derket holê û gelek car di civîn û cihên herî hestyar  û girîng de, digot; Ez ji Dewleta Tirkiyê re dixwaz im tenê yek rastiyê bîn im ser ziman ku eger aştîxwazekî kurde hebe, her Ocalane, eger ronakbîrekî kurd hebe, her Ocalan e, eger xwerzwazekî kurd hebe her Ocalane, eger kesekî nerim û aştîvan di nava PKK`ê de hebe, her rêzdar Ocalane, êdî dibe ku hûn wî biparêz in û bi zûhtirîn dem, azad bikin û eger na, wê demê, rewşa Tirkiyê wê ber bi akarekî pir xerap û ne diyar ve biçe.

Temaşe bikin û baş bixwînin ku kesayetiyekî mîna mamoste Abdulah Hesen Zada ku cîgirê şehîd Abdurihman Qasimlo di sekreteriya Hizba Demokrata Kurdeditasnê de bû, lê xwedî helwestekî netewî bû.her weha mîna serkirde û rêberê dêrîn yê gelê kurd nemir mamoste Îbrahîm Ehmed çawa xwedî helwestê mezin bû ye û ev yek ji me hemûyan tê xwestin.

Temaşe bikin ku çawa welatên mezin yên cîhanê çawa xwedî li Zana û rewşenbîr û ronakbîrên xwe û serkirdeyên xwedî ked û fedekar derkevin. Gelek bi coş û dilgeşî û bi serfirazî kar û xebatên wan bi bîrtînin û mezintir dikin.

Ev ji me jî tê xwest in ku rewşenbîr û ronakbîrên gelê xwe yên her çar aliyên Kurdistanê bi bîr bînin.

Ji ber ku ew zarokê di hembêza dayîka xwe de, ew jî wek hemû kesekî dikarî bîr li malvekirin û xwe jiyandan bikire, dikarî bi dûv karên xwe ên kesayetî û civakî teng bikete, lê wî ew kar nekir û riya azadiya vîna gelê xwe hilbijart û tê wê wateyê ku ew mirov ne ji bo kesayetiya xwe an jî berjewendiyên xwe ên malbata teng hatiye girtin. Lê her kes dizan ew ji bo çi hatiye girtin.
Ew ji bo parastina rastiya doza gelê Kurd ya rewa, bi riya pîlangêriyekî navnetewî hat girtin û radestî Tirkiyê kirin.
Azadiya te azadiya mirovahiyê ye.
Azadiya te azadiya vîna gelê kurd ê.
Azadî ji te re ey serokê min.

Hozan Efrînî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket