2 mîn salvegera damezrandina HNDS

kurdistani 04:00 PM - 2016-09-24
.

.

Sedem û pêwîstiya damzrandina Hevalbendiya Nîştimanî a Demokratîka Sûrî û armancên wê ji bo xizmetkirin bi gelên Sûriya Demokratîk û parastina destkeftan di bangewazî û pêşnûmeya li xwerê bixwînin.

1

Bangewazî ji bo Gelê me û Hêzên

Niştimanî û Demokratîxwaz

Ji ber rewşa trajîdî ku gel û welatê me, Sûriye, tê re derbas dibe, hejmareke

rewşenbîr ji hemû pêkhateyên civaka Sûrî (Ereb, Kurd, Turkmen, Ermen, Asûrî,

Durzî û Çerkes) xwestin ku nexşerêyekê amade û pêşkêş bikin, ji bo dîtina

çareseriyekê ji vê aloziya ku em tê re derbas dibin ku bi domandina xwe bûye mina

çarenûsa me û arîşeyeke ku hemû hêzên navxweyî, herêmî û navdewletî li

hemberê bêkêr mane.

Lewre, hejmarek ji rewşenbîrên hemû pêkhateyên Sûrî pêşniyaza lidarxistina

kongireyeke niştimanî di bin dirûşma “Hevalbendiya Niştimanî ya Demokratîk a

Sûrî” kirin, ji bo dîtinê rêyeke çareseriyê ya guncaw ji aloziya Sûriyê re, ya ku

encama parçebûna rikeberiyê û xemsariya hêzên herêmî û navdewletî di dîtina

çareseriyeke mirovane ji herikandina xwîna Sûrî re ye.

Li ser vê bingehê em bang li hemû hêzên niştimanî û demokratîxwaz û çînên

hişmend û rewşenbîr dikin, her wiha her kesê xwedî wijdan, pispor di warê

çareserkirina pirsgirêk û kirîzan de, akademîsiyan, kesayetên serbixwe, rûsipî,

zanyar, serkirdeyên meydanî yên bi rûmet, û her komeke siyasî, rêxistineke sivîl û

komeleyeke xêrxwaz, em hemûyan vedixwînin ku bi berpirsiyariya xwe ya dîrokî

rabin, û di serxistina vê pirojeya niştimanî û demokratîk de cih bigrin, û destekê

bidinê, çi li hundir welêt û çi li derve, ta ku em xwe ji bijardeyên metirsîdar

biparêzin, nemaze di vê dema hestiyar de, ku gel û xaknigariya Sûrî giş tê re derbas

dibe.

 Komîteya Hevrêziyê

Hevalbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûrî

Malpera Fermî ya hevalbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûrî:

www.twds.info

2

PÊŞNÛMAYA MANÎFÊSTO

JI BO RAYA GÎŞTÎ

Sûriye ji destpêka dîrokê de bûye navend û dergûşa şaristaniya helesengandinê, ku

dewlemendiya çanda mirovahiyê tê de xwedî bû. Ji ber giringiya cihê xwe yê xaknîgarî û ji ber

ku ketiye navbera parzemînên sereke di cîhanê de, Sûriye, roleke balkêş ji bo hevdîtina çand û

olên ezmanî lîstiye, li hember hemû cureyên sitemkarî, tarîtî, desthilatdarî û koletiyê ku bi

destê hêzên koledar li ser gelên herêmê bi kar dihat di dirêjiya dîrokê de derketiye,.

Sûriye, hertim bûye bingeheke stratîcîk di belavkirin û parastina çandan de, ber bi Rojava û

Rojhilata cîhanê ve, ji bo hevjiyana aştiyane û xurtkirina biratiya gelan, di çarçoveya rêzgirtina

hevbeş û hevkarî di xêr û hezkirinê di navbera hemû cureyên mirovan de, li ser bingeha bawerî

û ayîna olî û nefretkirina çanda tundiyê, kuştin û pişaftinê û di encamê de, rakirina vê çandê ji

nav gelên cîhanê û guhartina vê bi zewaca çandan.

Dîrok tekez dike ku Sûriyê qubleya şaristaniya Rojhilatê ye, bi pêşketin û aştiya çand û

perensîbê jiyana hevbeş a azad di navber ol, gel û hemû pêkhateyên xwe yên nijadî û rêolî

(mezhebî) ji kevin û nû de, û nîşana vê yekê jî pircureyên mûzeyîkî û kevneşopî ya çand û

şaristaniya xwe li her devera xaknîgariya Sûriyê.

Berdewamkirina şer û pevçûnan li ser gerestêrka me, erdê, dihêle ku mirovahî li pey

peydakirina derfetên pêşxistina hebûna xwe ya kevin be. Ev nakokiya wiha, gelên sitembar

gihandina rewşa pêşxistina amûrên berevanî û parastinê bi şêwazekî komkirina hêzên gelan li

ser hev, ji bo ku karibin hebûna xwe ya xwezayî û berjewendiyên xwe yên xweristî û babetî li

beramberî hêzên êrîşker biparêzin, di çarçoveya têkiliyên çandî û sincî yên ku nasnameya wê

ya gîştî destnîşan dikin. Ev taybetmendiya wisa hîşt ku cêwazî di navbera niştimanan û

netewan de derkeve holê, û her wiha nakokî û dubendî navbera çandan û şaristanan û cêwazî

di navbera çîn û aliyan de derkevin holê di her asta xêr û şerî de.

Berdewamkirina van nakokiyan di her radeyê de, navbera van blokan û navendên hêzên

gerdûnî deyên ku di pêvajoya pevçûnan de, bi gelek şêwaz û teşeyên curbecur derketiye holê,

bi xwe di zayîna neahengiya berjewendiyan de di dirêjayiya dîrokî de ye.Lewre, di encamê de

projeya dewletên neteweyî di sedsala 17an de, li Ewropa diyar bûye, ji bo ku raperîn û

tevgerên demokratîk û gelêrî yên ku li dijî malgirtinê û dîlewgeriya ser bazarê û nepejrandina

van tevgeran ku bibin hêzeke hevpar di talankirina xêr û berên gelên cîhanê de beravêtî bikin.

Ev projeya dewleta neteweyî bûye sedema bingehîn di derketina herdu şerên cîhanî yê yekem

3

û duyem de û di encamê debi milyonan mirovên bê guneh hatin kuştin û xişim û bêtar,

rûxandin û talankirin çêbûn û her wiha welat û civak hatin parçekirin.

Îcar, nexşeya parçekirina Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên hêzên dagîrker yên nû, ji bo ku

serdestiya xwe ya aborî û siyasî fereh bikin çêbû, ev jî nîşana herî mezin e li ser vê şirovekirinê.

Di encamê de, sîstemên dîktator, taîfeger û komikî derketin, ji bo ku bibin nûnerê wan hêzên

navdewletî ta karibin talan û dizîna samanên aborî hêsanî bikin. Ev teşeya komrêxistinên wiha

xwe kirin hêzeke zordest di rojevê de û tevahî maf û cureyên azadiyê desteser kirin, lewre,

hişmendiya dijberî û dijminahî di nava gelên herêmê de, afirindin û siyaseta (ji hev bike tu yê bi

ser kevî) bi kar anîn û dek û bêbextî di nava gel û olan de xurt kirin, ev rewşa rizî û tarî li gor

bejewendiyên hêzên dagîrker hatin çêkirin ta karibin serdestî û zordariyê berferh bikin, lewre,

sazûmanên neteweyî yên nijadperest ên dûr ji rewana gelê Rojhilata Navîn bi biyanî hatin

damezrandin û danûstandinên şaristanî û çandî nava gelan de tune kirin.

Ezmûna dewletên neteweyî bûye sedema kuştina hêviyên gelan ya azadî û rizgarbûna ji

koletiya hêzên dagîrker yên derve, û ta ku rê li ber rêbaza geşedanan di her astê de qut bikin,

sîstemên tolîter cîbicîbikin û partiyên yekdest derxistin holê, ji bo ku serpêhatiya gelan

desteser bikin, bi vî awayî hemû teşeyên azadiya yekane û komî çewisandin. Vê rewşê ezezî

xurt kir û tirs li ser mejî û dilan mezin kir, ta ev civak kirin her wek keriyên lawiran bi riya

sîstemên ewlekariya sitemkar ku hemû derfet û delîveyên azadiyê di civakên xwe de

fetisandin.

Bi kurtasî hemû ezmûnên dîrokî tekez dikin, ku hişmendî û çanda dewleta neteweyî ya ku ji

Rojava yan Ewropa derbasî Rojhilat Navîn bûye, ji bo çareserkirina girift û pisgirêkên gelan û di

her astê de bi bin ketin.Ev ezmûn ne li gor çand û xwezaya rastiya çanda herêmê ye, mînak jî

gelek in, hişîtiya (zihniyeta) dewleta neteweyî ya Turkiya Kemalîst, Nasîriya Misirê, Beesa

Sûriyê û Iraqê, Zayonîsta Îsraîlê û Îslamiya sexte ya Îranê). Ji ber ku projeya dewleta neteweyî

beşek ji projeya neteweya dagîrkiriyê ye, ya ku di hembêza burciwaziya Ewropî de derket, ji bo

dîlewgeriya li ser bazarên navdewletî û bazara kar, yek ji pêwîstiyên pêkanîna vê projeyê li ser

erdê diva bû sîstemên dîktator û sitemkar biafirînin û gel û civakan pê biçewsînin û xêr û beran

talan bikin, ji bo firehkirina berjewendiyên xwe yên neteweyî yên teng. Em îroj nihirvan in li

ser rewşa dijwar di herêma me de, û bi taybetî li Sûriyê, ev jî bê gûman, berhema hişîtiya

tolîterîzim û çanda yek ziman e,

Siyaseta zordestî û ewlekariya tunekirina kesên din a van sîsteman, pêşeroja gelan di azadiyê

de ji holê rakir û çandeke aşlekirî ku damarên xwe digihêjin derve cîbicîkir, ev li şûna siyaseta

cihêrengiya çandan û hevgirtina xwezayî û demoqratîk dane meşandin ku berê di nava

pêkhateyên civaka Sûriyê de dihate jiyankirin. Ev ji bo ku samanên aborî bidest xwe bixe û

dadweriya civakî di belavkirina wê de pêk neyîne û ew saman veguhaste samaneke neteweyî ji

ya niştimanî û her wiha komeke biçûk sûd ji vê samanê û desthilatdariyê didît. Îcar projeyên 

4

xwe yên olî, taîfegerî pere peyda dikirin ji bo berdewamkirina kedxweriyê li ser civakê û bi

hevdengiya digel berjewendiyên hêzên navdewletî yên malgirt û nijadperest, û lewre, ev

sîstemên wisa ji xizmetkirina gelên xwe dûr ketin û bûn asteng li pêş pêşveçûna van gelan. Ev

rewiştî û pêkanînên wihabûne sedema bingehîn ku pirsgirêk hên bêtir aloz bibin û civak hemû

têkeve gola xwînê, lewre, rizgarbûn bi xwe re şoreşekê li ser asteke hişmendî diafirîne heya ku

bigihêje asta guhartina binyada siyasî, leşkerî, aborî, çandî û civakî.

Dûrketina çîna zordest ji sinc û zagonan, û çavsorî û çekuziya komkirina mal û samanê,dihêle bi

giranî nakokî di sazî û kargêriyên dewletê de çêbibin, di gel serdestiya dezgehên ewlekariyê li

ser jiyana rojane û binkeftin di çareserkirina nakokî û pevçûnan de, di navbera niştecîyan de,

hên bêtir pêkanîna projeyên şovînîst(nijadperest) û ne sincî beramberî pêkhateyan, herwek

zagonên awarte û taîfegerî di gel girtina azadiya nişteciyan û beredana mirovên siyasetmedar

û xwediyên nêrînên cûda û rikeberan û girtina van rikeberan di zîndanan de, û pêkanîna

îşkenceyên derûnî û fîzîkî bi şêwazên hovane ji ber tenê rikeber in di nêrîn û ramanê de, heya

gihişte asta dadgehên engîzasiyonê û tewanbarkirina wan bi siziyên herî kirêt di bin xala

îxaneta nîştîmanî û parçekirina welêt de.

Ev hemû pîşk û kiryar hiştin ku dengvedana xwe di şoreşa Sûriyê de derkevin, ji ber aloziya

rewşa Sûriyê û teqîna wê ku gel êdî guhartinê dixwaze, ji xwe ew serpêhatiya ku êdî bibû

lekeyek şermê li eniya tevahî tevnên gelê Sûriyê. Lewre, mirov dibîne ku çawa agirê şoreşê her

wek çîkan li ezmên belav dibû, hên bêtir, parçebûna asoyî û stûnî ya şoreşa Sûrî bi xwe encama

çanda yek dewleta neteweyî ya yek ziman,yek çand …hwd.

Şoreşên Buhara Erebî (bi xwe şoreşa hemû gelan e) ku bi şêwazê raperînên gelêrî dest pê kir,

bi awayekî mirî li Tûnisê ji dayîk bû, û piştre şîna wê li Misrê geriya, bi hevkariya saloxgeriyên

(îstîxbaratên) navdewletî û herêmî ku fermana binaxkirina hestiyên wê bi her teşeyên kirêt

dan, û êdî tevgerên gelêrî veguhartin terorîzmê li şûna demokrasiyê, azadiya şoreşa gelê

Sûriyê her wiha hêviyên gelê Sûriyê bi pêlan û komployan vemirandin digel (Tûrkiyê, Siûdiyê,

Îranê) û bi agahdarkirina sîstema Beesî ya nijadperest û taîfeger, û bi pîrozbahiya biryara

navendên navnetewî, wiha armanca şoreşa Sûriyê binax kirin û ji naveroka wê ya demokratîk ji

bo guhartinê vala kirin.

Beşê şoreşa Sûriyê ya yekemîn, li Deraa ya leheng dest pê kir û zivirî Homsa dilsoz û Hema ya

mêrxwaz ta gihişte Heleba serhildêr, bo xwîna şehîdên azadîxwaz. Ji Hemze Xetîb ta karvanên

şehîdên bê dawîdi şoreşa me de, ên ku armanca wan bû ku rewşa civakî ber ve pêş biguhêrin û

ji sitemkariya ku (50) salî drêj kir rizgar bibin, ji xweew siyaseta xar û çewt ya li dijî wekhevî û

biratiya gelan û siyaseta nijadperest ya bîrdoziya yek çand û tolîter rizgar bibin. Diva bû ew

siyaseta ku tevahî dezgeh, sazî di xizmeta hinek desthilatdarên sitemkar û taîfeger ku kursî û

saman xistine destê xwe rizgar bibin, siyaseta Bees nedihişt ku saziyên civaka sivîl pêşkevin û

tevizandineke neteweyî çêdikir û rikeberên niştimanî, rewşenbîr û hişmendên welatparêz tune

5

dikirin, nedihişt tu kes di biryaran û çareserkirina aloziyên civakî, siyasî û aborî de beşdar be, û

ew bi xwe bibû asteng li pêş pêşketinê.

Sîstema Sûriyê roleke pir mezin di kûrkirina rizandin û kofkîbûna saziyên neteweyî de lîst û bi

hişê xwe yê yeknetew afirand û diyar kir ku ne pêkane ev şêwazê rêveberiya netewdewlet bi

ser keve, ku bi xwe metirsiyeke mezin e li ser pêşeroja gelan,û navlêka dewleta dijberî

zayonîzmê û eniya berxwedanê li dijî dagîkirinê, dereweke kirêt e û maskeke qirêj e li xwe

dane.

Heyama têgehên neteweyî yên çirisî û dîmagocîk raboriye û êdî nikare bi vê felsefeya rizî gel

bixapîne, ew siyaseta siwarbûna xêza neteweyî ji bo parastina berjewendiyên xwe yên

olperest û belavkirina bêbextiyan di navbera mezheban de, û lêxistina pêkhateyan bi hevudu

re di Sûriyê de, û dayîna xelatên sîstematîk bo hinek kesên girêdayî vê sîstemê êdî zelal bû, ev

hêmanên wiha zemîneke dewlemend bo hatina pêlên Buhara Erebî peyda kir, ku serhildanên

gelêrî û raperînan ji Deraayê de heya tevahî xaknîgariya Sûriyê der ketin, ji bo rizgarbûna ji

koletiya hemdemî û standina azadiyê.

Di destpêka xwepêşandanên gelê Sûriyê de, hêzên herêmî û navdewletî naskirin ku serkeftina

şoreşa gelê Sûriyê, dê bi xwe re guhartinên li gorî berjewendiyên gelên herêmê bîne û ev rewş

dê erdhejînekê di pergala dewletên zordest de çêbike, her wiha berjewendiyên êlperest û

olperest gef bike.Lewre bi lez û bez hevrêzî û hevdengî di nava hev de çêkirin û bi taybetî jî

sîstema Sûriyê û Îranê û bi hevalbendiyeke stratîcîk digel Rûsiya Federal ji milekî ve, û ji milê

din ve, sîstema Siûdiyê, Tûrkiyê ku şoreş hembêz kirin û xistin bin bandora saloxgeriyên xwe û

serxwebûna biryara wê desteserkirin, nemaze, hinek komikên wê yên çekdar,ku wiha hinek

nûnerên şoreşa Sûriyê bûn peyamnêr û nûçegihanên dewleta Tûrkiyê û Siûdiyê yên ku tu carî

aştî û aramî ji Sûriyê û gelên wê re nexwestine. Ji milekî din ve, hevalbendiya Îran û Rûsiya ya

digel rêjîma Sûriyê, bizavên mezin kirin ku raperîna gelê Sûriyê ya aştiyane bike şoreşeke

çekdar, bi riya komplo û planên saloxgeriyên hêzên navdewletî, her wiha nakokî û bêbextî di

navbera komên çekdar de kûr û gur kirin ji bo şoreş ji cewher û naveroka xwe ya azadîxwaz

derkeve û dev ji armancên xwe berde. Ev livbaziyên komên çekdar hemû ketin xizmeta

siyasetên mezhebî û taîfegerî, û gav bi gav şoreş beravêtî kirin û herêma Rojhilata Navîn bi giştî

seferber kirin û agir li her bosteke xakê vêxistin. lê hêzên gerdûnî yên çalak di aloziya Sûriyê de

yên ku stûyên xwe bi vîtoya Rûsî ditewandin li navenda biryara navdewletî (Encûmena

Ewlekariya Navdewletî) û bi hevkariyeke yekser digel hêzên herêmî (Tûrkiyê, Siûdiyê û îranê) li

pişt perdeyan û bi veşartî û eşkere kar dikirin ta karîbûn hevsarê şoreşa Sûriyê bikişînin û hêdî

hêdî bifetisînin û binax bikin. Ew şoreş ku hîna di landikê de ye, û beriya dem di ser re derbas

bibe, û naveroka şoreşê ji demokrasiyê vala kir. Mirov dikare sedemên destwerdana hêzên

navndewletî û herêmî di şoreşa Sûriyê de û nexwastina wan ku çareseriyê bibînin di xalên wiha

de şirove bike:

6

1- Tirsa dewletên herêmî ji serkeftina xêza gelêrî, demokratîk û azad, û divêtiya dengvedana

wê li ser tevahî Rojhilata Navîn û bandorkirina li ser wan sîstemên girêdayî hêzên

navdewletî û siyasetên wan ve, têkbirina hevsengiya demdirêj di navbera van hêzan de û

lawazbûna berjewendiyên aborî yên qezenca teng û derbasbûna pêvajoya metirsîdar.

2- Tirsa ku Sûriye bibe baregeha xurtkirin û pêxwarindina şoreşên buhara gelan, û tirsa ji

belavbûna têgeha şoreşa neteweya demokratîk, û wiha derî li hember vê şoreşê girtin, ku

nebe pêşeng di guhartin û geşedana rûyê herêmê yê şaristanî, dîrokî û hevjiyana aştiyane û

demokratîk di navbera gelên wê de.

3- Cihê Sûriyê yê cîyopolîtîk xaknîgarî û dîmografîk, girîngiyê didê, ku roleke bingehîn di

guhartina nexşeya siyasî li Rojhilata Navîn di asoya nêzîk de, bilîze.Lewre, ew hêz deriyên

şoreşa demokratîk digrin bi riya fetisandina bizavên çareseriya kêşeya Kurdî û hiştina

Kurdistanê di bin destê hêzên dagîrker de(neteweyên Turkî, Farisî û Erebî) û ji nû ve

vejandina hevpeymana Qesira Şêrîn ya kirêt a ku Kurdistan kire du parçenavbera

Împeratoriya Farisî û Osmanî de. Lê ema bi şêwazê berevajîkirina şer di navbera Sune û Şîaa

de û çêkirina hevalbendên herdu aliyan li gor berjewendiyên xwe.

Li ser bingeha van rastiyên jorîn, hevalbendan hevrêzî çêkirin û xwe kirin bavê şoreşa Sûriyê û

rikeberiya wê û wiha rojeva parçebûnê avêtin ser milê alîgirên rikeberiyê û avêtin nav

paytextên cihêreng yên cîhanê, her wek dergehekî rojeva nû li ser erdê, û ev rewşa hanê di

kongireya Cinêvê (1-2) de,diyar bû û civînên Stanbolê ên ku bêtir rikeber tarûmar û şerpeze

kirin, ku hêviyên Sûriyan binaxkirin, hewldana dawiyê jî, tempoya tundûtûjiyê pêve xistin û

şerê navxweyî, mezhebî û taîfegrî gur kirin bi riya saloxgeriya navdewletî û herêmî. Girûpên

tundre hişkbawer û tarî di bin navê îslamî de weke DAIŞ û xwîşkên wê aresteyî herêmê kirin û

rûyê şoreşê guherandin û fîşeka dawiyê li raperîna şoreşgerî xistin.

Her cureyek tundûtûjiyê, kuştin û rûxandinê bi kar anîn ta xêza şoreşa demokratîk a mirovahî û

rewa biguhêrin û pêlanan li ser pêk bînin û naveroka wê ya sincî û mirovahî vala bikinû ji nû ve

tevgera gelêrî ya aştiyane biperçiqînin bi rêbaza çekdarkirina şoreşê û kişandina Sûriyê û gelên

wê berve şerekî navxweyî yê tehlûke ku hişk û terî dişewtîne, û tenê yê ziyanê dide ew gelê

Sûriyê bi hemû neteweyên xwe û mezheb û taîfeyan e. Dema mirov bi kûranî derbasî

şirovekirina rewş û mercên ku şoreşa Sûriyê gihiştiye, piştî sala xwe ya çaremîn, bi rastî mirov

matmayî dimîne bêçare û bedbîn dibe. Ji ber ku çi deskeftiyên balkêş nehatin bidest xistin, lê

navnîşana berz tenê rêtina xwînê, koçberî û tar û markirin e. binyada jêrîn a aboriya welêt hate

rûxandin, bêtir 12 milyon nişteciyên Sûrî penaber bûn bêtirî (5) milyon mal hatin rûxandin,

bêtirî (200,000) dused hezar, pakrewan çêbûn û bi sed hezaran birîndar tevî hejmareke gelekî

mezin ji girtî û windayî û kesên rûçiqandî û astengdaran.

Bi qasî berpirsiyariya rêjîma Sûriyê ji vê kerasetê, ewqasê jî, rikeberî berpirsiyar eji ber erkên

xwe pêk ne anî û pêgirên niştimanî li rûberî şoreşê û gelê Sûriyê bi cî neanî. Hemû destwerdan 

7

û tevgerên tevlîhev yên gelek komikên çekdar ewên ku weke paramîsiyonê zêde dibin, daneke

jiyankirinê dan rêjîma Sûriyê û êdî dirûşma şikestina sîstemê li ser zemînê bûye (şikestina

şoreşê û ji holê avêtina wê). Ev rewşa hanê hêz da rêjîma Sûriyê ku bêtir qirkirin û komkujiyan

pêk bîne û hîna jî rêjîm li ser çareseriya ewlekarî û leşkerî, û rê û rêbazên aştiyane û siyasî ku

rijandina xwînê rawestîne, dixetimîne, lewre tu alternatîvên çareseriya aştiyane û demokratîk

ne pêkan in, ku sîstem pêşkêşkirina nexşerêyekê bo dawîkirina aloziyê napejrîne.

Her kes dizane ku Sûriyê aniha di rewşa şerê navxweyî de ye, û ber bi tûnelekî tarî ve dice, ji

ber şaştiyên rikeberiyê bo şirovekirina pirojeya çareseriya niştimaniya riyalîtî, û xwe nedana

pişt hêza gel û berjewendiyên gelên Sûriyê bi hemû nêrîn û ayînên xwe yên cihêreg, rikeberî

nebû hembêzgeha tevgera gelên dilcoş, lewre, gelek deste, encûmen çêbûn û hemû jî qaşo

rikeber in. Lê bi gelemperî, ev rikeberî çi hêvî û omîdên gelê Sûriyê pêk ne anîn, tevî ku dibêje

ew nûnerê şoreşê ye. Ev jî giş vedigerin tunebûna rêbaz û rêvebernameya hişmend û rast, her

wiha rikeber binçîneya hevpeyvînê, goftûgoyê napejirîne (qebûl neke) ta lihevhatinek çêbibe ji

bo stratîcîyeke hevbeş ya pêşeroj û dahatûya Sûriyê û nasnameya wê û ya sîstem û pergala wê

li beramberî civaka navdewletî, lewreev rikeberiya wiha heman nîgarek e ji rêjîma Sûriyê, ku çi

mafên kêmnetewan napejrîne û her kesî rikeber bergeh dike û nahêle çi kes pêşeroja Sûriyê

deyne.

Nenaskirina rikeberiya Sûriyê ji hevsengiya pîvanên hêzên navdewletî û berjewendiyên wan di

danûstandina digel aloziya Sûriyê li gor guhartinên li nav herêmê, û hên bêtir nenaskirina

rikeberiyê ji pêvajoyê re, û mijûlkirina digel pevçûnên ne stratîcîk li hember rêjîmê û nedîtina

hevdengî û hevkariyê meger ku leşkerî be, û dûrketina ji sincî û armancên şoreşê û beza wan li

pey samanê û dewlemendbûnê û mulkiyetê ye û hên bêtir pêşxistina rêzekuştinan di bin navê

îxanet û tekfîrê de, ev encamên hanê, meydan vekir bo belavkirina rêxistinên tundre ên

girêdayî navendên saloxgeriyên herêmî û navdewletî, û wiha şoreşger û têkoşerên bi rûmet

kuştin ên ku dikarîbûn şoreşê sererast bikin û têxistina di riya rast de.

Evan çendî binkeftinên rikeberiyê yên li pey hevpayeya rikeberiyê lawaz kir û çi çareserî li pêş

xwe nedîtin ji pêvî lavaj û bergera li ber rêjîmê û wiha jî rêjîmê şert û mercên xwe yên kirêt

diyar û ferz kirin. Lê rêjîmê gelek baş qelsiya rikeberiyê naskir. Bê gûman, ev bûyer û rûdanên

trajîdî nehiştin em bigihêjin çareseriyê û xwîn hên tê rijandin ji bo serfiraziya welatiyan û ji bo

azadiyê, û nekarîbû deriyê vê dojehê ya bi destê hêzên tarî û koledar û komikên tekfîrî yên pir

dûrî cewherê îslamê û ola paqij bigirtibana. Ev trajîdî hemû encamên parçebûna rikeberiyê û

nezelalbûna nêrîn û bernameya rikeberiyê ye, ku nedikarî bi şêwazekî xweser bi aloziyê re bida

û bistanda digel helwestên keysebaz yên hevalbendên rêjîmê û xiniziya civaka navdewletî ji bo

ku roleke durist û bi rûmet bilîze û erka xwe yê mirovahî şaristanî û dîrokî li hember civaka Sûrî

rabe, ji ber vê me dît ku riya herî baş ku vê aloziyê çareser bike, ew e ku gelê Sûriyê bi her

pêkhateyên xwe yên şêrîn xwe bikin yek û bandorekê li ser tevgerên siyasî û hemû aliyên 

8

rikeberiya niştimanî bike, ku bi tevahî erkên xwe rabe, ev delameteke dîrokî ye li ser milê me û

divê ku tevna civaka Sûrî ji nû ve were ristin û peyv û axaftina rikeberiyê û armanc û bername

bibe yek û xebata lezgîn li hundir û derve sererast bibe, û divê çi pêkhate, û her kesek, rolekî di

danîna pêşeroja Sûriyê de bilîze, bêyî rewiştiyê awertebûnê, digel hemû kesayetên di nava

rêjîmê de ên destê wan bi rijandina xwîna gelê Sûriyê nebûye.

Em herwek komeke ji bijardeyên pêkhateyên gelê Sûriyê (Ereb, Kurd, Ermen, Turkman, Asûrî,

Çerkes, Durûz û hemû etnîk û rêolên din) ku em karibin xwe bigihînin hevudu û hêzekê

biafirînin û rêbaz û mîkanîzmeke nûjen ji bo çareseriya aloziya Sûriyê deynin, lewre, me biryar

girt ku em çarçoveya qalin çêkin ta bibe dergehek ji riya çareseriya aloziyê re, li ser hêviya ku

ev xebat di çarçoveya kongreyeke gelemper (giştî) û bi amadebûna nûnerên tevahî

pêkhateyên gelê Sûriyê ji her herêmekê ji hundir û derveyî welêt .

Rêgir û aloziyên mezin li hember Sûriyê, berpirsiyarî û erkên dîrokî û niştimanî datînin ser milê

me, û divê ku hemû bizav û hewldanên xêrxwaz xwe bidin hev ji bo vê aloziyê, û piştre

pêngavên pratîkî ji bo rikeberiyê dayînin, ku em hêzên xwe têxin çarçoveya xebateke çalak û

lezgîn ku karibe bersiva vê pêvajoya şoreşa me bide.

Em gihiştin hinek encaman ku nêrîna me ji bo aloziya Sûriyê çareser dike, ew jî ev xalên jêrînin:

1- Rewşa Sûriyê bi hemû dûrbûn û belavbûna pirsgirêkê û encamên wê berhema siyaseta

nijadperest û tolîterîst û rêveberiya dewletê û civakê ji mile dezgehên ewlekariyê û

zêdebûna hêzên wan li ser milê dûrxistina civakê di çarçoveya hişîtiya (zihniyeta) yek partî,

û di bingehê de, ev bi xwe aloziya rêjîmê ye, her wek pergaleke siyasî, ewlekarî û aboriya

jihevketî û rizî ye .

2- Guhartina cewherî û rastî (ne tenê di warê diruşman de, şikestina sîstemê) armanca hemû

beşên civaka Sûriyê ye, û ev bi şêwazê tevger û şermezarkirinên aştiyane xwe destnîşan

dikir bo çareserkirina girift û kêşeyên civakî yên welatiyan. Ev jî dûpat û tekez dike ku

modêla dewleta neteweyî bê çare ye, û bêkêrbûna zihniyeta tolîterî û çanda nijadperest û

rêola (taîfegerî) ye.

3- Tekezkirina qedexebûna ferzkirina pirojeyên tolîterî, mezhebî, neteweyî û olî yên tundre û

hişkbaweriya taîfegerî, ji ber ku Sûriyê welatê cêwazî û cihêrengiya çand, ziman, ayînên olî

û nijada ye.

4- Destpêkirina têkoşîneke bê rawestan ji bo rakirina sitemkariya ku demeke dirêj bi destê

rêjîmê derbarê pêkhateyên civaka Sûriyê de dihate bi kar anîn, û derxistin û şirovekirina

sedemên xwejberî (objektîf) yên ku hişt civak di her radeyan de bigihêje vê rewşa aloz di

warê siyasî, civakî, aborî û çandî de, piştre vegerandina mafên wan pêkhatiyan û bi taybetî

yên Kurdan ji ber ku hem ji zordariya siyaseta nijadperestiya sîstemê û hem jî, ji zordariya

civakî jî azar kişandin, ku bi şêwazê rêbazên awarte derbarê wan de pêk hatin.

9

5- Têkoşîn li beramberî çanda nijadperestî û hişkbaweriya olîli her deverê, û ji nûve vegera

çanda niştimanî ya hevbeş li ser bingehaniştimaniya Sûriyê bo hemû kur û keçên civaka

Sûriyê

6- Yekîtiya xaknîgarî û gelê Sûriyê û pêgirtina bi rewana çanda niştimaniya Sûriya giştî û

nepejrandina zordestî û tundiyê û birêvebirina zimanê hevpeyvînê herwek pîvaneke pêwîst

ji bo lihevkombûna tevahî beşên dijber, û dûrnexistina çi pêkhateyekê û sipartina ser

bînçîneya(perensîba) komara demokratîk ji bo hemû zarokên Sûriyê li şûna dewleta

nijadperest, neteweyî, mezhebî û taîfegerî.

7- Divê ku xebat ji bo spartin û afirandina sazûmaneke siyasî ku hemû civaka Sûriyê bi hemû

pêkhateyan cihê xwe têde bibînin û pêgirî bi binçîneya hevpariya neteweyî mîna hêmanekî

çareseriyê bo hemû hêzên rikeberiyê û vegera li çanda hevjiyana hevbeş û aştiyane û olên

lêborîner ta biratî di navbera zarokên Sûriyê de xurt bibe.

8- Xebat ji bo yekîtiya hêzên rikeber ên çekdar di çarçoveya saziya artêşeke niştimanî azad û

dûrî xizmeta siyasetên stûxwarî û koletiyê ji rojevên navdewletî û herêmî re, û ji bo

berevanî û parastina berjewendiyên gelê Sûriyê û parastina pêkhate û deskefiyên niştimanî.

9- Vexwendina ji bo kongireyeke niştimanî giştî û berfereh, ku nûnertiya tevahî Sûriyan di

hundir û derve de, bike ji bo dîtina bername û nexşeyeke çareseriya aloziya Sûriyê, digel

hevkariya dewletên dost û hêzdar di biryara cîhanî de, û destnîşankirina nasnameya

sîstema rêveberiya Sûriyê ya pêşerojê.

10- Ektîfkirin û geşedana encûmenên bajaran û saziyên civaka sivîl û dayîna van saziyan ew

rola sereke di rêveberiya karûbarên civakê di çarçoveya zagonên hatine destnîşankirin de.

11- Komkirina tevahî hêzên leşkerî û damezirandina hêzeke asayîşê ku rola polîsê bike ji bo

jevkirina pevçûnên herêmî û parastina destkeftî û mulkê gel û parastina sazî, encûmenên

rêveberiyê bo meşandina karûbarên gel.

12- Pejrandina binçîneya yekîtiya maf û azadiyên tekane û komane, her wek yekîtiyeke

sergihayî, di dema rêvebirin û bicîkirina zagonên sivîl ji bo rêxistinkirina civakê û di

çarçoveya sincî û yasayên çanda gelê me yê cihêreng û olên paqij û aştiyane de.

13- Rêzgirtina binçîneya sinciyê û wijdanê di pêkanîna dadmendiya civakî, ji ber ku wijdan

cewherê sincî û ol e, lê eger wijdan winda bibe, mirov hinge,ji qada mirovahiyê derdikeve û

êdî binçîneya zordestî, desthilatdarî û tundiyê li ser rewişt û karê wî-wê mirovî û piştre

dijminahî û napejirandina kesên din dike û ditê bi kar anîn.

14- Geşedankirina qada aborî û vekirina riyên hatin û çûyîna tiştan û madeyan ji bo

peydakirina pêwîstî û pêdiviyên civakê ji mile xwarin, vexwarin û peydakirina madeyên

bingehîn û danîna mêkanîzma vejîna binyada jêrîn û geşkirina aboriya niştimanî û saziyên

rêvebirina aboriya çandinî, bazirganî û pîşesazî.

11

15- Guhdariya li saziyên tenduristî û vekirina delîveyan bo kadroyên ku ji bo vekirina navendên

tenduristî dixebitin, û peydakirina dermên ta dawî li nexweşiyên vegirtinê û demdirêj bête

kirin di nava welatiyan de, û nemaze di nava zarokan de.

16- Divê rola jinê neyê paşguhkirin û ji ber jin nîvê civakê ye, û mirova herî mezin ku ziyan

dîtiye ji vê bêtar û belayê, ji ber jin dayîk e, hevjîn e û buhaya herî mezin ji dest daye, ev

siyaseta zordariyê ya ku li civaka me belav bûye, jin û ji ber ya herî sîtembar e û ji ber hemû

şêweyên tundûtûjiyê û zordarî ya ramyarî û fîzîkî li ser wê hatiye meşandin, îroj di ev

rêxistina serwer de (dewleta neteweyî û sîstema nûjentiya sermeyedar) ji tevahî mafên xwe

bêpar maye û jin tê bikaranîn di rêklamên firotina mewadan de, û bi buhayeke pir

erzan,hatiye jibîrkirin ku rola jinê pir mezin e di hevsengiya civakbûyînê de, û divê ku rol û

payeya xwe ya xwezayî û xweristî di tevahî deste û encûmenan de bistîne.

17- Vexwandina penaber û koçberên ku li derveyî welêt were kirin, nemaze xwediyê

kêrhatiyên pispor di beşên zanistê de û beşdarbûyîna wan di avakirinê de û dûmahîkirin li

windabûna wan li biyaniyê .

18- Dûpatkirina têkoşîna ji bo guhartina ev rewşa bêtariyê (tirajîdî) û bikaranîna her rêbazê bo

rizgarkirina Sûriyê, gel û erdê,pêşveçûyîna Sûriyeke niştimanî û damoqratîk ji her welatiyekî

û her pêkhateyekê re, dîrokî ye.

Ji ber van sedeman, em bangewazî li tevahî hêz, ol û komên neteweyî yên demokratîk û olên

lêborîner dikin ku Sûriyê gel û erd rizgar bikin, ta ku bigihêjin heman nêrînê û hevudu

bipejirînin, ji bo em bigihînin rikeberiya niştimanî ya rast, ku dikare hemû pêkhateyên Sûriyê di

nav xwe de hembêz bike, û nûnertiya wê bike, di çarçoveya stratîciyeke berfireh û li ser vê

çandê, têkoşîna niştimanî û goftûgoya xwe ya siyasî bispêre, û ta em karibin gelê xwe û axa

xwe ji tunebûnê û nenasiyê felatikin.

Ji lewre, divê rikeberî xwe bispêre ser hinek perensîb (binçîne) û rajoran ta ku karibe vê aloziyê

çareser bike, ew aloziya ku tevahî hêzên civaka navdewletî nikarîbûn çareser bikin.

 Komîteya Hevrêziyê

Hevalbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûrî

Malpera Fermî ya hevalbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûrî:

www.twds.info

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket