Kongira Netewi Ya Kurdistanê 2 wêneyên nû bar kir.

kurdistani 05:52 PM - 2016-08-16
.

.

Di encamê şert û mercên bi kirîs û qeyran û rewşa dijwar yasiyasî û aborî. Bi giştî ji encamê ne li barê civakî yê xelkê me li başûrê Kurdistanê û pêwîstî bi rêçareyên hejî û destekdan û hemahengî ya erênî û aqilane heye, ku bikare civaka başûr ji wê rewşê derbaz bike. Elternatîva aşitîyane û sîngfirehî ya hêza desthelat û diyaloga siyasî û demokrasiyane rê xweşkerin ji bo wê armancê.

Rojnamevan û kesên rewşenbîr û azad dikarin pêtir rola xwe ya erênî bibînin û runahîyê bidene ser girêkoran û berbest û egeran destnîşan biken.

Mixabin, bi şêwekî berçav li vir û wir ev deng û hewlên han bi rêyên kirêt û nehez tên bêeng kirin û wan kesan bi şêweyên terorê bi hovane tên ji nav birin, yan tên girtin û di zindana da tên qeyim kirin.

Bi mixabiniyeke kûr tir, ku terorkirina rojnamevanan li başûrê Kurdistanê di bin hakimiyeta perleman û îdareya demokratîk da bûye diyardeyeke siyasî. Ev di demekî de sîgnaleke tirsenaka mezine bo ser proseya demokrasî û hevrejiyanê yaxelkê Kurdistanê yê ku mezintirîn qurbanîyê teror û dagîrkerî û dîktatoriyê ye. Di heman dem da li dijî mafên azadî derbirînê ye.

Bi daxeke mezin ve di van rojên dawîde li bajarê Duhokê rojnamevanekî din yê herêma Kurdistanê bi navê Wîdad Husên Elî wekê hevpîşeyên xwe „ Soranî Mame Heme, Serdeşt Osman û Kawe Germiyanî „ û bi heman hovîtî û bi berçavên qanunû bi ronahiya rojê tê revandin û piştre bi hovîtî di bin eşkencê tê kuştin.

Em wekî Kongra Neteweyî ya Kurdistan – KNK ê bi tundî terorkirina rojnamevan Wîdad Husên Elî şermezar dikin û daxwazê li desthelatdarên Duhok û hikumeta herêmê dikin ku zû kesên encamder eşkere biken û dadgayî û siza biken. Herwesa azadî û azadiyên rojnamegerî û rojnamevanan berqerar biken û dezgehên êmnahî û asayişê wana biparêzin.

Em daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikin ku li hember binpêkirina mafên mirovan bê deng nemînin, ji ber ku her neteweyek ji mafên xwe xwedî dernekeve, herdem mafê wî tê xwarin û bindest û paşerojreş dimîne.

KNK sersaxîyê ji malbat û hevalên Wîdad dibêje û dîsan her karekî vî awayî ne mirovane û teror û terorîstan şermezardike.

Komîteya Mafî Mirov ya KNK ê

14ê Tebaxê 2016 -Broksel

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket