Doza Kurd bi Kîmiyabaran û Enfalan jinav neçû..!

kurdistani 12:08 PM - 2016-08-01
Efrînî; Doza Kurd bi Kîmiyabaran û Enfalan jinav neçû..!

Efrînî; Doza Kurd bi Kîmiyabaran û Enfalan jinav neçû..!

Di serî de, bi hatina cejna Çarþema Sor ya gelê me yê Êzdî, ez bihatirîn û germtirîn pîrozbahiyên xwe pêþkêþ dikim û serkrftin û serfiraziyê ji tevahî Êzdiyên me yên li Kurdita û li cîhanê dixwazim.

Ez bi hêvî me ku ev roj bibe roja serkeftina gelê me li hemberî pîlan û projeyên þovenîst yên neyarên doza me û em ji dil vê rojê pîroz bikin û ji hemû Kurdpewerekî daxwaz dikim ku vê rojê bilind binirxînin ji ber ku roja yadweriya olê gelê me yê resene.

Xwendevanên hêja û rêzdar, ez bi vê nivîsa xwe yê normal dixawazim ku balbikiþînim ser rastiya doza gelê me yê rewa ku bi çendîn pîlan û komployên neyaran ji holê ranebû û dilê wan xweþnebû, lê bi bervajayê wê, hemû dîktetorên ku li dijî gelê me komkujî kirine ew bi xwe ji holê rabûn û neman, lê doza me û rastiya dîroka gelê me weke tava heyvê û rojê derkete holê.

Di serdsemên borî de, gelek þoreþ û pêngavên girîng ji aliyê gelê Kurd ve pêkhatiye taku çareseriya doza rewa yê neteweya Kurd bête kirin.

Ji ber wê yekê, rêjîmên desthiladar li Êraqê yek bi dûv yek de, bersiva þoreþ û serhildanên Kurdî bi agir û hesinan daye û komkujî û bûyerên gelek dijwar hatiye dayîn.

Her wehali dijî gelê Kurd, kiryarên nerewa û dûr li mentiqê mirovahiyê hatine sepandin û di warên kirdariyê de hatine bicîkirin. Ji komkujiya Îngilîzan ya 1923 ku li dijî bajarê Silêmaniyê pêkanîbû, Enfalên 1983 ku rêjîma Be`es li dijî Barzaniyan pêkanîbû, nêzî 8000 kes enfaln bûn, di meha nîsanê ya sala 1987`an de li dola Balîsanê ya ser bi Hewlêrê ji aliyê rêjîma Sedam ve hate Kîmiya barankirin gelek þehîd û birîndar þêbûn, di 16-3-1988`an de, komkuijya kîmiyabarankirina Helebceyê ku bêtir ji 5000 kes jiyana xwe ji dest dan û 10000 kes jî birîndar û bê mirûz man, her weha li sala 24-4-1988 li navçeyên Germiyan-Qeredaxê enfalên berferehtir hate kirin û di encamê de, 182000 welatiyên sivîl yên Kurd bûne qurbaniya wê þalawê.

Weku em hemû dizanin ku rewşa gelê Kurd û mijara çareseriya rasteqîne ji doza neteweya Kurdî ya rewa re peyda nebûye, li her çar aliyên welat, nîv guncaw bûye. Lê her çiqas Başûrê Kurdistanê,(Herêma Kurdistanê) weke herêmeke Azad û nîv xweseriye, lê ew navçeyên ku ji aliyê rêjîma binkeftî û roxawî yê dîktetor ve ji Kurdistanê hatibû birîn, heya niha jî nehatin vegerandin û xala 140 nehatiye bicîkirin.

Li eger mirov vê demê digel demên berê û rewþa gelê me li Herêma Kurdistanê ya berê û niha bi hevre werbêj bike, bêguman sedi ji % ji demên borî baþtire û dê her baþtir jî bibe, ji ber ku aboriya xwe roj bi roj zêdetir dibe û çandin û petrol jî, ber bi zêde bûn û berferehbûnê ve diçe.

 Lê dîsan jî li gor destûra nû yê Êraqê ku pêwîste bi riya xala 140,î, ew navçeyên qitkirî û dabraw, hemûyan vegerînin ser nexþeya Herêma Kurdistanê. Lê mixabin, heya niha, gelek birya û yasayên ku li gorî aliyên Erebî di parlemana Êraqê de hatine dayîn, yekser hatine bicîkirin û di warên pratîkî de, pêkhatine.

 Lê dema ku em xala destûrî ya 140,î ji destûra Êraqê baþ û bi hûrgilî biþopînin, wê demê aþkire dibe ku hîn jî tiþtek ji bendên wê xalê,  ji aliyê hikûmeta navendî a fedral ve, nehatiye bicîkirin û bi berevajayî wê, li navçeyên Xaneqîn, Qizirbat, Celûla û Mendelî, gelek binpêkirin û têkbirina rewþa gelê Kurd didin û ji dema azadkirina wan navçeyan û vir ve, bêtir ji 400 welatiyên Kurd ji aliyê terrorist û peyasyên rêjîmê ve hatine şehîdkirin. Hin ji hêzên þoven yên di nava dewletê de ku zalin, bi hîç carî naxwazin xala 140’ê, were rojeva parleman û civata wezîran ya Êraqê.

Bêguman ew aliyên þoven yên Êraqî, bi berdewamî di hewildanên nerewa de ne, taku ew xala destûrî pêk neyê û ew þûnwarên ku ji Herêma fedral hatibûn birîn venegerin  ser nexþeya Herêma Kurdistanê, hin ji navçeyên qitkirî evin; Kerkûk, Doz Xormeto, Xaneqîn, Bedre, Mendelî, Qizirba, Celûla û Şengalin.

 Weku tê pêþbînî kirin ku dîsan jî,  pêþeroja Herêma Azad, dê her di metirsiyê de be, çumkê li Êraqê, hîn jî, hêzên þoven xwedan rol û biryarin. Ew mijar, di demên pêþ de, dê gelek ser îþî û neliheviyê bi xwe re bîne holê.

Ji ber wê yekê, ew erk dikeve ser milên seroketiya Herêm û serkirdeyên Kurd ên li Bexdadê ku nûneretiya Kurdan dikin. Dibe ku Kurd di parlemana Êraqê de yekgirtî bin,  li Bexdadê em yekbin”. Dibe hemû hêzên Kurdan di parlementoya Êraqê de, her yek rêz bin û berjewendiyên neteweyî di ser hemû tiþtî re bigirin.

Lê weke ku em ji nêzs ve dişopînin ku êdî ew qonaxa ji navbirina gelê Kurd nemaye û niha jî doza gelê Kurd ber bi dewletbûnê ve diçe û wê bibe doza nevneteweyî û di serbarê hemû neyar û nexwazan re wê bê çareser kirin û gelê Kurd wê bibe xwedî dewleteke serbixwe û azad.

Ji bo wê yekê jî, ez bi reþkawî dibêjim ku êdî ne Êran, Tirkiyê, Êraq û Sûriyê jî nikarin bosleya ronîkirina riya rasteqîne ya çareseriya doza rewa ya gelê Kurd ji gelê Kurd bistînin û veþêrin.

Êdî doza gelê Kurd bi enfal û kîmiyabaranê mezintir bû, pîlanên dijmin û neyaran tev têkçûn û ew kes û dîktetorên ku hewla jinabirina gelê me dane, ew bi xwe jinavçûn û niha gelê me heye lê ew kesên xwînmêj nînin, mîna şahê Ecem, Ataturk, Bulend Ecewîd, Hiwarî Bomedyen, Sedam Hisên, Elî Kîmyawî, Hafiz Esed û Mihemed Talib Hîlal, tev bi awyekî necûr jinavçûn û dîrokê ew siza dan û navên wan êedî di cihê nebaweriya gelan de ye û ti nirxên wan heya li ba gelê wan jî nemaye.

Digel rêz û silavan

Ji erşîva Hozan X. Murşid Efrînî

19-4-2012

Silêmanî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket