Rêveberiya tenduristiya Kerkûkê pilanameya cejnê bi serket

kurdistani 06:55 PM - 2016-07-11
Rêveberiya tenduristiya Kerkûkê pilanameya cejnê bi serket

Rêveberiya tenduristiya Kerkûkê pilanameya cejnê bi serket

Rêveberiya tenduristiya Kerkûkê, ji bo rewşa tenduristiya welatiyên Kerkûkê di rojên cejna remezanê de, pilansaziyeke nûh arijt û encamên wê yên erênî jî, bi zelalî aşkire kir.

Di wê bare de, rêveberê fermangeha tenduristiya Kerkûkê Sebah Daudî îro roja duşemê 11-7-2016`an, ji PUKmedia`yê re ragihand ku ew pilannameya ku hatiye darijtin pir serkeftî bû ye.

Aşkire kir ku di tomargehê de, 155 rewşên jidayîkbûnê di heyama 3 rojên cejna remezanê de pêkhatiye û 5352 welatiyan serî li bizîşkan dane û xwe derman kirine û 2952 kesan jî, serdana cihê teqîkirin û pişkinînê kirine û 741 kesan jî pişkinîna tîşkê kirine û 55 kesan jî, neştergeriya birînan kirine û 36 neştergeriyên qeyserî ji jinan re hatiye kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket