Şahrezayek; Rojavayê Kurdistanê li gor yasayên navnetewî

kurdistani 02:00 PM - 2016-06-15
Dîlên DAIŞê bi riya şervanan têne derman kirin

Dîlên DAIŞê bi riya şervanan têne derman kirin

Şehrezayekî kurd yê derbarê karûbarên Rojavayê Kurdistanê de; Rojavayê Kurdistanê li gor yasayên navnetewî tev digere.

Dîl û birîndarên rêxistina terorîstî yê DAIŞê ku gelek kiryarên qirêj û ne mirov encam didin û bi awayekî mirovayetî ji aliyê hêzên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ve  helsewkeft bi wan re tê kirin.

Her weha di wê barê de, şahrezayê karûbarên Rojavayê Kurdistanê, çalakvanê kurd Es`ed Şawirî ji PUKmedia`yê re ragihand ku di şerê li hemberî terorîstên DAIŞê de, her çende ku DAIŞê bi awayekî nemirovana helsewkevt ligel xelkê kurd û yên navçeyê bi xerapî û ne mirovana dike, lê şervanên kurd yên YPG-YPJ-QSD bi berevajayî wan nêzîk dibin û birîndarên wan derman dikin û karên mirovî encam didin.

Şawirî dibêje ku bi vê rengî mirov dikare bibêje ku ev karê şervanan wek nimûneya xweşik ji mirovayetiyê re ye ku tevahiya yasayên cîhanî di cihê xwe de bi cî dikin.

Her wek Şawirî amaje pê dike ku ev birîndarên DAIŞê ji aliyê karmendên Heyva Sor ya Kurdî ve têne derman kirin ku mil bi milî şervanan di eniyên operasyonên rizgarkirina Munbijê de cih digirin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket