Li Hewlêr û Silêmanî serxweşiya Bavê Leyle birêve çû

kurdistani 11:22 AM - 2016-06-11
Li Hewlêr û Silêmanî serxweşiya Bavê Leyle birêve çû

Li Hewlêr û Silêmanî serxweşiya Bavê Leyle birêve çû

Li bajarê Silêmanî û Hewlêrê, pirsa serleşkerê kurd yê Rojavayê Kurdistanê Ebu Leyle birêve çû..

Duhî roja înê 10/6/20 16 ' an li bajarên Hewlêr û Silêmanî, rê û fermiya serxweşiya serleşkerê kurd, serkirdeyê Encûmena Leşkerî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Fesel Ebu Leyla, bi beşdarbûna part û rêxrew û aliyên hikûmî û malbatên şehîdan û xelkê Hewlêr û Silêmanî û Ranya û Dola Şawerî birêve diçe..

Her rêûfermiya serxweşiya ku li bajarê Silêmaniyê birêve çû, di hola Tawerê ya nêzîkî  parka Azadî li cem gereca Bazyanê û ya Hewlêrê jî  di hola malbenda 3 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de bi rêve çû.

Di herdu cihên serxweşiyê de, aliyên hizbî û hikûmî gotarên xwe pêşkêşî hevalên Bavê leyle li Rojavyê Kurdistanê ku niha li dijî DAIŞê şerekî dîrokî dikin û serxweşî li tevahiya gelê kurd kirin.

Hêjayî gotinê ye ku erkê cihê serxweşiyê ya Silêmaniyê li stuyê Hîroxan Îbrahîm Ehmed û yê Hewlêrê jî li stuyê malbanda Hewlêrê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bû. 

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket