Tevgera Azadî 41. salvegera damezrandina YNK'ê pîroz kir

kurdistani 04:34 PM - 2016-06-02
Tevgera Azadî 41. salvegera damezrandina YNK'ê pîroz kir

Tevgera Azadî 41. salvegera damezrandina YNK'ê pîroz kir

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi daxuyaniyekî nivîskî 41'emîn salvegera damezrandina YNK'ê pîroz kir. 

Di daxuyaniya li ser navê Hevserokatiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê hatî dayîn de wiha tê gotin; "Hêvîdarin ku 41 saliya demazrandinê wê bibe boneya pêngavên girîngtir ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd. Di demekî ku gelê me di qonaxekî çarenûsaz re derbas dibe û li herçar parçeyên Kurdistanê li rexmê şer û kirîzan jî em dikarin bi yekîtiya netewî li Rojhilata Navîn rolê çareseriyê bigrin. Da ku li Rojhilata Navîn ya nû de bibin xwedî hebûn û statûyek hêjayî têkoşîna azadiyê. Ji bo vê yekê êdî yekîtiya netewî rêya çareserkirina tevahiya qeyran,  pirsgirêk û nakokiyane."

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê diyar kir ku pêwîste Kurd yek deng bin û wiha hat destnîşankirin, "Bi hêviya şopandina xelata Şehîd Aram, 41. salvegera damezrandina YNK'ê bi ruhê Şehîd Aram û Mame Rîşeyan bibe boneya yekrêziya Kurdan. Her wiha pêngava demokratîzekirina Başûrê Kurdistanê û girîngîdana ruhê bi hev re têkoşîn û pêşxistina yekîtiya netewî."

YNK di 1'ê Hezîrana sala 1975'an de hat damezrandin.

PUKmedia-Rojnwes

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket