Hawarê 41’mîn salvegera YNK’ê li serok Mam Celal pîroz kir

kurdistani 04:26 PM - 2016-06-02
     RÊXISTINA HAWARÊ 40’MÎN SALVEGERA YNK’Ê LI GEL Û MAM CELAL PÎROZ DIKE

RÊXISTINA HAWARÊ 40’MÎN SALVEGERA YNK’Ê LI GEL Û MAM CELAL PÎROZ DIKE

Bi hekefta 41’mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Rêxistina Hawar ya Mafên Paneberên Kurd-Sûriye, germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya dost, alîgir, xweşdivî û endam û kadroyên û serkirideyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û bi taybetî li sekreter wê serok Mam Celal dikin.

Ev jî deqa wê nameyê ye:

Em wek Rêxistina Hawar ya Mafên Penaberên Kurd-Sûriye bi helkefta 41`emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, bi dilekî xweş û geş li tevahiya dost, alîgir, kadro û berpirs û bi taybet mamoste û endazyarê şoreşa nû ya gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê serokkomarê Êraqê yê berê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê, rêzdar serok Mam Celal pîroz dikin.

Weke tê zanîn ku bi rêbertiya serok Mam Celal di rojgarekî herî zehmet de û di qonaxeke gelek dijwar û metirsîdar de û di rojgara piştî dawîbûna şoreşa îlonê de, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, da damezrandin. 

Weke em dizanin partiyên mîna Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, ku xwedî rol û bandoreke mezinin di asata meydana siyasî û dîplomasî ya Kurdistanê de, ev cihê rêz û rûmetê ye.

Her derbarê alîkarkirina parçeyên din ên Kurdistanê de jî, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, di proseya aştiya ku li Bakurê Kurdistanê de, xwedî roleke çalak e û ji sala 1993’an ve serok Mam Celal ew rol dîtiye her weha ji bo Rojavayê Kurdistanê jî xwedî roleke li berçav e û YNK`ê jî bi rêbaza serok Mam Celal dikarî hevkarî û palpiştiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê bike, her dem xwediyê helwesta neteweyî bûn û niha jî berdewamin li ser wî rêbazê ... 

Di helwesta YNK`ê yê derbarê penaberên Rojavayê Kurdistanê de, em xweşdilin ku heya niha alîkare û çi hatiye xwestin ji erkên xwe li hemberî penaberan bicî aniye û em destxweşiyê li helwesta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dikin. Ji ber wê jî her tim piştevaniya têkoşîna demokrasiyê li Kurdistana Rojava kiriye, û bi tundî em alîgiriya îrade û serwerî û biryara sîyasî ya yekgirtî yê li Rojavayê Kurdistanê dike.

Ji bo wê jî careke din em Em wek (Rêxistina Hawar ya Mafên Penaberên Kurd-Sûriye), germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya dost, alîgir, xweşdivî û endam û kadroyên û serkirdeyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û bi taybetî li sekreter wê serok Mam Celal dikin û bi hêviya tenduristiyeke baştir in ji serok Mam Celal re û sekeftin û serfirazî ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û gelê Kurd re.

Rêxistina Hawar ya Mafên Penaberên Kurd- Sûriye

2-6-2016

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket