YNKê li Îtalya têkezî li ser mafê Kurd yê rewa kir
kurdistani 04:01 PM - 2016-01-17.
Di çarçoveya serdaneke fermî de ji bo Berpirsê Desteya Kargêriya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan –YNKê Mela Bextiyar û Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokartîk – PYDê Salih Muslim, konfransek li ser pêşketinên dawîn li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê hat lidarxistin.
Di konfransê de ku hejmarek parlementer, senator, akademîsyen û serokê fraksiyon amadebûn, Mela Bextiyar bal kişand li ser rewşa Kurdan di sed salên bûhirî de û ragihand ku niha şerê xaza sirûştiye û vê carê jî nabe Kurd rastî komkujiyê bibin.
Mela Bextiyar got: “her welatê li paşve bimîne, xwediyê programeke hevbeş nebe di peywendikirin ligel netewa Kurd de ligel aboriya Kurdistanê de wê xisarê bike. Îtalya jî di serdema Saykis Bîko de di serdema petrolê de li Rojhilata Navîn zerereke mezin kir.
Mela Bextiyar di dawiya axaftina xwe de bi parlementer û senatoran ragihand ku pêwîste amadevanên vê konfransê vê heqîqetê bizanin ku Kurdistan tenê bi Başûrê Kurdistan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nikare hevkêşeya siyasî ya herêmê, ber bi berjewendiyên hevbeş liser astê dinya û Ewropayê de biguherîne.
Mela Bextiyar di berdewamiya axaftina xwe de serincê amadevanan kişande li ser rewşa Başûr, Bakûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê û dazanîn, li Beka, cara yekem Serok Mam Celal diyalog ragihand, lê mixabin encamekî erênî nehatiya rojevê û rêzdar Ocalan jî hêj di girtigehê de ye.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk – PYD’ê Salih Muslim jî di axaftina xwe de rewşa Sûriya, Rojavayê Kurdistan û xebata netewa Kurd û şerê li dijî DAIŞê nirxand û tekez kir ku pêwîste gelê Kurd bi mafê xwe yê demokratîk, siyasî û zagonî bigihêj e.
Serokê parlementerên Fraksiyona Forse Pawlo Roman, Serokê grûpa parlementerên Îtalya ji bo Kurdistan Romanîn Cozepî, Serokê Komisyona Derve yê Senotayê Aleksandir Meron û nûnerên partiyên Îtalya li parlementoyê jî di axaftinên xwe de bal kişandin li ser girîngiya axaftin û nerînên Berpirsê Desteya Kargeriya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan Mela Bextiyar û ragihandin ku pêwîste hikûmeta Îtalya helwestekî zelal ji bo çareserkirina pirsa netewa Kurd diyar bike.
PUKmedia-pukpb
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25