M. Ocalan; 'Çima cîhan li pêşberî tecrîda li ser Ocalan ker, kor û lal e'
kurdistani 03:53 PM - 2015-12-16Mihemed Ocalan
Mehmet Ocalan diyar kir ku tecrîd ji aliyê hiqûqî û însanî ve nayê qebûlkirin û got, "Bang li cîhanê dikim; li pêşberî vê bêhiqûqiyê cîhan çima ker, kor û lal e."
Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûneke tund nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û got, "Ev tecrîd ne ji aliyê hiqûqî, ne jî ji aliyê însanî ve dikare bê qebûlkirin. Bang li cîhanê dikim; li pêşberî vê bêhiqûqiyê cîhan çima ker, kor û lal e."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, ji 6'ê Cotmeha 2014'an û vir ve nikare malbatê û ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve jî nikare Heyeta Îmraliyê bibîne. Di encama kampanya demokrasî û aştîxwazên li welêt de bi zêdeyî 10 mîlyon îmzeyan re daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. Tevî vê yekê jî her carê bi hincetên "rewşa nebaş a hewayê" û "keştî xerabe ye" hevdîtinên bi Ocalan re tên astengkirin.
Birayê Ocalan Mehmet Ocalan li ser tecrîdê ji ANF'ê re axivî. Ocalan da zanîn ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê roj bi roj tê şidandin û destnîşan kir ku bi tecrîda rêkûpêk re tê xwestin, ku vîna gelê Kurd were şikandin. Ocalan da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan bi ti awayî ji aliyê hiqûqî ve nayê qebûlkirin û got, "Ev tecrîd ne ji aliyê hiqûqî, ne jî ji aliyê însanî ve dikare bê qebûlkirin. Serok xala bingehîn a meseleya Kurd e. Eger Serok nebûya wê çareserî nepêkan bûya. Divê hemû saziyên demokratîk li dijî vê tecrîdê nerazîbûna xwe nîşan bidin. Girîng e rojek beriya rojekê ev tecrîd bê rakirin."
'MAFÊN OCALAN ÇIMA JÊ RE NAYÊN DAYÎN'
Ocalan ragihand ku Rojhilata Navîn veguheriye qadeke aloz û şewatê û da zanîn ku yek ji sedemên vê yekê jî pirsgirêka Kurd e. Ocalan anî ziman ku weke malbatê ji 5'ê Cotmeha 2014'an û vir ve nikarin kekê xwe bibîne û got, "Eger Tirkiye dewleteke hiqûqê ye û bi qanûnan tê rêvebirin, wê demê çima mafên me yên qanûnî nayên dayîn. Çima mafên Ocalan jê re nayên dayîn. Ji vê derê bang li cîhanê dikim; li pêşberî vê bêhiqûqiyê çima cîhan ker, kor û lal e. Ew sazî û dewletên demokrat ên li Ewropayê çima ker in. Ev qanûn ji bo her kesî derbadar in. Gelo ev qanûn ji bo Serok û ji bo me derbas nabin?"
'EGER RÊYA ÇARESERIYÊ NEHATIBÛYA GIRTIN, WÊ MIROV NEHATIBÛNA QETILKIRIN'
Ocalan da xuyakirin, ku ji ber pirsgirêka Kurd a ku rêya wê ya çareseriyê ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve hatiye girtin, her roj mirov tên qetilkirin û got, "Eger pirsgireka Kurd bihata çareserkirin, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî nedihat qetilkirin. Dewleta ku gelekî baş dizane kî çi dike, 2 hefte jî di ser de derbas bûye, lê hînê kiryarên Elçî dernexistiye holê. Eger tecrîd nehatibûya kirin, ev xwîna dirije, tavilê bihata sekinandin. Wê ewqas sivîl nehatibûna qetilkirin."
'PÊWÎSTE EM MAFÊN XWE YÊN QANÛNÎ TAVILÊ BI KAR BÎNIN'
Ocalan destnîşan kir ku divê rêya Îmraliyê tavilê were vekirin û got, "Eger Komara Tirkiyeyê dewleteke hiqûqê ye, neçar e hurmetê nîşanî qanûnan bide û wan bi cih bîne. Pêwîste em karibin mafên xwe yên qanûnî tavilê bi kar bînin. Em dixwazin mafên qanûnî yên Serok Ocalan tavilê jê re bên dayîn.
PUKmedia-ANF
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26