Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo teqîna TilTemirê

kurdistani 05:07 PM - 2015-12-12
Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Êvariya roja pênçşem 10.12.2015 carekî din terorîstan tawanekî nemirovane li xuşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê encam da û li encama zincîreyek êrîşa terorîstî ya ser bajaroka Tiltemer ya li Rojavayê Kurdistanê dehan hemwelatî şehîd û birîndar bûn.

Gelek bi tundî wê kirdara terorîstan şermezar dikîn ku balkişandineke rûne ji bo dirindeyî û tirsnokiya terorîstan ku negirêdayî tu bihayekî mirovî û asmanî ne û serxweşiyê li gelê xwe yê li Rojavayê Kurdistanê û li kesukarê şehîdên wê rûdawa diltezîn dikîn û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn.

Eve jî dûpat dikin ku kirdarên bi vî awayî îradeya me hemû aliyek ya rûbirûbûn û têkşikandin û ji navbirina terorîstan û dijminên mirovayetiyê bihêztir dike û cara dawî jî serkeftin û serbilindî ya gelê meye û şikest jî ji bo terorîstan dimîne.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

11.12.2015

PUKmedia-KRP

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket