Pûtîn; Tenê hikûmeta Esed û şervanên Kurd li dijî terorê şer dikin

kurdistani 07:49 PM - 2015-09-28
Pûtîn; Tenê hikûmeta Esed û şervanên Kurd li dijî terorê şer dikin

Pûtîn; Tenê hikûmeta Esed û şervanên Kurd li dijî terorê şer dikin

Di civîna nopelê ya 70 a komeleya Neteweyên Yekgirtî de, serokê Rûsiyasyê Pûtîn got; Tenê hikûmeta Esed û şervanên Kurd li dijî terorê şer dikin.

Di civîna 70 salî ya demazrandina Komeleya giştî ya Neteweyên Yekgirtî de, serokê Rûsiyayê Velemdemir Pûtîn ragihand ku li gorî rastiya Neteweyên Yekgirtî ku evqas hejmar ji koçberan nabe riya çareserkirina alozî û kêşeyan û pêwîste ew alozî bi awayekî kokî bête çareserkirin û êdî xwîn bê rawestandin ku ew jî şerê li dijî terorê ye.

Pûtîn di gotina xwe de aşkire kir ku ew gelek nerihete ji rewşa heyî li Sûriye û li Rojhilata Navîn pêwîsate li gorî yasa û zagon û biryarên girîng yên komeleya neteweyên yekbûyî bêne çareserkirin.

Pûtîn rexne li Emerîkayê girt ku opozisyona Sûrî perwerde û bi çek dike û piştre jî ew kesên çekdar direvgin nava DAIŞê û komên terorîstan û ev yek ne raste û gelek metirsîdar e.

Serokê Rûsiyayê aşkire kir ku ew kesên ku ji welatên cuda cuda têne Sûriye û Êraqê û  careke din vedigerin welatên xwe û dest bi rûxandin û wêrankariyê dikin û dibe ku ev yek bi cedî li ser bê rawestandin û ev karê Neteweyên Yekbûyî ye.

Di nava axiftinên xwe de, Pûtîn amaje bi wê yekê kir ku li Sûriyê tenê hikûmet û şervanên Yekîneyên Parastina gelê Kurd (YPG)li hemberî terorîstan şer dikin û rê nadin wan ku wêrankarî û rûxandinê berferehtir bikin.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket