David Petraeus: Divê Emerîka bi firehtir alkairya Pêşmerge bike

kurdistani 03:35 PM - 2015-09-23
David Petraeus: Divê Emerîka bi firehtir alkairya Pêşmerge bike

David Petraeus: Divê Emerîka bi firehtir alkairya Pêşmerge bike

Serokê berê yê îstîxbarata Emerîka CIA û fermandarê giştî yê hêzên Emrîka li Êraq û Efxanistanê yê berê general David Petraeus diyar kir ku artêşa welatê wî gelek pêşketin di şerî li dijî DAIŞ bidest xistiye.

David Petraeus di axaftina xwe ya li pêşiya komîteya hêzên çekdar li Kongresa Emerîkayê ragihand ku divê Emerîka bêhtir alîkariya hêzên Êraq û Pêşmergeyan û êlên Sûnî ve bike û wiha got: ''Salek derbas bû di ser şerê ku Emerîka serpereştiya wê kiriye li dijî rêxisitna DAIŞ`ê li herdû welatên Sûriyê û Êraqê ve, tevî ku gelek deskeftî hatin encam dan lê belê ew pêşketina ku dihate hêvîkirin pêk nehat. Ez dibînim pêwîstî bi zêdekirina alîkariya hêzên ewlehiyê û Pêşmerge û êlên Sûnî ve heye.''

Petraeus her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku divê Waşînton piştgiriya siyasî jî bide Êraqê û diyar kir ku pêwîst e Emerîka alîkariya hêzên siyasî ên pêşverû û vekirî li Bexdayê bike, ew hêzên ku hikûmeteke zîrek birêve dibin û ji bo yekîtiya Sune û Şîa û Kurdan tê dikoşin.   

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket