El-Nusra li bakurê Sûriyê balafirxaneya Ebû Duhûr kontrol kir

kurdistani 01:15 PM - 2015-09-09
El-Nusra li bakurê Sûriyê balafirxaneyeke stratejîk kontrol kir

El-Nusra li bakurê Sûriyê balafirxaneyeke stratejîk kontrol kir

Hate ragihandin ku hêzên Cebhet El-Nusra û girûpên pêre hevalbend li parêzgeha Idlibê balafirxaneya leşkerî ya Ebû Duhûr kontrol kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji beriya 2 rojan ve Cebhet El-Nusra û girûpên hevalbend êrişeke berfireh li dijî balafirxaneya Ebû Duhûr, ku baregeha herî dawî ya rêjîmê li Idlibê bû, lidar xistin, îro jî kontrol kirin.

Rewangehê da zanîn ku Nusra û ketîbeyên din sûd ji rewşa hewayê ya bi toz û telaz wergirtin û êrişa wan bi ser ket. Her wiha da zanîn ku heya niha pevçûn li herêmê berdewam in. Bi vê yekê, hêzên rêjîma Sûrî hemû baregehên xwe li Idlibê winda kirin.

Balafirxaneya Ebû Duhûr yek ji bingehên herî mezin û girîng li bakurê Sûriyê ye û ji beriya 2 salan ve ji aliyê Nusra û girûpên Îslamî yên tunrew ve hatibû dorpêçkirin.

Hêjayî gotinê ye ku hêzên rêjîma Sûrî bi awayekî aktîf nedikarîn ew bingeh ji bo balafiran bikar bînin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket