Sîpan Hemo: Em Dixwazin Hevkarîya Xwe ya ligel Amerîka Xurttir Bikin
kurdistani 10:46 AM - 2015-08-08Sîpan Hemo: Em Dixwazin Hevkarîya Xwe ya ligel Amerîka Xurttir Bikin
Di hevpeyvîneke taybet de Sîpan Hemo, Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser jimareke mijarên girîng bersîva Dengê Amerîka dide.
Birêz Hemo dibêje, ew ji Hesekê heta Çemê Feratê û Ain Îsa şerekî dijwar li dijî DAIŞê dikin û serkeftinên girîng dest dixin.
“Di enîya şer de, tekoşîna me li dijî rêxistina terorîst DAIŞ berdewam dike û herî dawî me Sirîn û Hesekê rizgar kirin. Li ku derê be bila bibe, emê şerê xwe yê bo mirovahî bidomînin.”
Hemo dide zanîn ku ew û Amerîka li dijî terora DAIŞ tekoşîneke hevbeş didin û emcanên girîng dest dixin.
“Firokên esmanî yên Amerîkî di gelek enîyan de alîkarîya me dikin û em bi hevre encamên pir girîng bi dest dixin. Daxwaz û hêvîya me ev hevkarîya heyî baştir be. Em ji hevkara xwe Amerîka dixwazin ku çekên giran, tecrube û alavên nû yên pêşketî bide me ku em bikanibin hîn bi bandor şerê terorîzmê bikin.”
Hemo bang li Amerîka û welatên cîhanê dike ku nehêlin hîn dewletên herêmê tekoşîn û serketina heyî bo berjewendîyên xwe yên biçûk kar neyînin.
Hemo balê dikşîne ser planên Tirkîyê yên vê dawîyê ku dixwaze bi karanîna Tirkmenan “herêmeke ewle” li navbera Cerablus û Azazê damezrîne.
“Tirkîyê bi rêya Tirkmenan dixwaze pêşîya YPG bigire ku kantonên Kobanê û Efrînê negihîne hevdu û jibo wê armancê jî Tirkmenan bi kar tîne. Tenê % 1,5 nîfûsa Sûrîyê Tirkmenan in û li herêma ku êTirkîye dixwaze herêma ewle dayne, tenê 7 gundên Tirkmenan hene ku Kurd jî li wna gundana dijîn. “
Hemo dibêje, eger xema Tirkîyê bi rastî rewşa civaka Tirkman be, dive li herêmên din biêre ku nîfûseke mezintir ya Tirkmenan lê dijîn.
“Tirkîyê çima li Îdlib û Lazqîyê xwedî li Tirkmenan dernakeve jiber ku li wan deran pirtir Tirkmen dijîn. Lê, em zanin ku armanc ne Tirkmen in, lê tunekirina destketinên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye.”
Hevpewyvîn; Robîn Reşvan
PUKmedia-VOA
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26