Daxwazên keçeke Êzîdî ji Birîtanya
kurdistani 02:53 PM - 2015-07-27Daxwazên keçeke Êzîdî ji Birîtanya
Keçeke Êzîdî ya li Birîtanya daxwaz ji hikûmeta Birîtanyayê kir ku jinên Êzîdî yên DAIŞ`ê revandine, rizgar bike.
Rozîn Xelîl Henjool keçeke Êzîdî ya 17 salî ye ku li Birîtanyayê niştecîh e, di hewldaneke bê hêvî de daxwaz ji welatên rojavayî kir ku jinên Êzîdî yên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve rastî îşkence, şideta cinsî û firotinê tên, rizgar bike.
Rozîn dibêje: ''Malbata min herî kêm 50 ji wan jinên ku ji gundê me hatine revandin, dinase.''
Ev keça Êzîdî bang li Birîtanya dike ku bi hezaran jin û keçên Êzîdî ku hê di destê DAIŞ`ê de ne rizgar bike. Bi wa mebestê ew dixwaza hevdîtinê ji wezîra hundirê Birîtanya û wezîrê derve dike ku planekê ji bo rizgarkirina Êzîdiyan saz bikin.
Rozîn diyar dike ku baweriya wê bi hikûmetê heye, lê ew dixwaze hikûmet bi awayekî firehtir xebatê bike û li gel parêzerên Êzîdî li wir kordînasyonê bike.
Her wek gotinên Rozînê, hîna bi hezaran keç di destê DAIŞ`ê de hene, ku temenê 8 saliyê jî di nav de hene. Ew dibêje: ''Keçek 12 salî ji gundê me bi hemîle ye. Pêwîstiya wê bi dermankirinê heye, ew ditirsin ku hemil dê dawî li jiyana wê bîne.''
Rozînê daxwaz kir ku alîkariyên zêdetir ji bo jinên Êzîdî yên di campan de werin kirin. Rojnamevana 'The Telegraph' ku Rozînê ev gotin jêre kirin, dibêje wê bi girî ji min re gotiye jin û keçên Êzîdî dipirsin eger qet hêvî heye yan na, ew bê hêvî mane. ''Ez dixwazim ew zanibin ku hê kesên ku xema wan dikin hene û dê alîkariya wan bikin, ez dixwazim ew zanibin ku mirovên ne bi tirs hene.''
Rojnameyê her wiha diyar kir ku tiştê herî zêde êşa Rozînê giran dike ew e ku kes ji bilî civaka Êzîdî xema wan keçan nake, û welatên rojava jî rê didin van kiryaran.
Gava ku rojnameyê pirs kir eger wê bêriya welatê xwe kiriye, Rozîn dibîje: ''Gelek hevalên min li wir hene ku min bêriya wan kiriye, lê wir ne ewleh e.''
Hêjayî gotinê ku ev keça Êzîdî xwendekar e li bajarê Coventry. Xewnê wê ku ew bibe parêzer û dadmediyê bi cî bîne. Niha jî ew hewl dide ku civaka xwe ji hovîtiya terorê rizgar bike bi riya hevdîtinên bi berpirsên Birîtanya û welatên din re.
''Keçên Êzîdî yên ez dinasim ji min re dibêjin, ev hewldana te dê bi ser bikeve? Gelo tê karibî me ji vir debixî? Ez baweriya xwe bi wan dikim û bi çi riyê dibe, ezê van hewldanan berdewam bikim.''
PUKmedia / Egîd Hesen
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25