Ji bo amadekirina raporekê derbarê êrişa Tirkiyê komîte hate destnîşankirin

kurdistani 10:18 AM - 2015-07-26
Ji bo amadekirina raporekê derbarê êrişa Tirkiyê komîte hate destnîşankirin

Ji bo amadekirina raporekê derbarê êrişa Tirkiyê komîte hate destnîşankirin

Serokatiya encûmena nûneran ya Êraqê roja şemiyê 25/7/2015, komîteyên ewlehî û berevaniyê jib o berhevkirina agahiyên li ser êrişa ezmanê ya Tirkiyê erkdar kir.

Seroka Firaksyona YNK`ê Ala Talebanî duh şemiyê di civîna parlemanê de daxwaz ji serokatiya Parlemanê kir ku êrişa dewleta Tirk şermezar bike, ji ber wê serokatiya Parlemanê jî du komîte destnîşan kirin.

Sûzan Bekir, nûnera parlementera Êraqî diyar kir ku serokatiya parlemanê  herdû komîteyên ewlehî û berevaniyê destnîşan kir ku mijara êrişên Tirkiyê li Herêma kurdistanê bişopînin û derbarê wê de raporekê amade bikin û pêşkêşî serokatiya parlemanê bikin.

Ala Talebanî, seroka firaksyona YNK`ê jî roja şemiyê daxwaz ji encûmena nûneran ya Êraqê kiribû ku va êrişa Tirkiyê şermezar bike. Her wiha dazwaz kir ku muzakereyek şermezarkirinê radestî balyozê Tirkiyê li Êraqê were kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket