Firokeyên f 16 yên Êraqê bi ser Hewlêr û Silêmaniyê ve firiyan

kurdistani 02:50 PM - 2015-07-22
 Firokeyên f 16 yên Êraqê bi ser Hewlêr û Silêmaniyê ve firiyan

Firokeyên f 16 yên Êraqê bi ser Hewlêr û Silêmaniyê ve firiyan

Îro dema nîvro Firokeyên f 16 yên Êraqê bi ser Herêma Kurdistanê re firiyan.

Îro roja çarşemê, 22-7-2015`an, firokeyên cengî yên hikûmeta federal a Êraqê bi ser herdu bajarên Herêma Kurdistanê Silêmanî-Hewlêrê re firiyan.
Di wê barê de, ferîq Enwer Hema Emîn îro roja çarşemê daxuyaniyeke rojnamegerî da û têde aşkire kir ku ew firoke yên Êraqê ne ku di 13-7-2015`an de wergirtine û bi şêwazekî ezmûn û perwerdeyî digerin û herdu firokeyên ku di ser Herêma Kurdistanê de geriyane bi regez Kurdin .
Her weha Hema aşkire kir ku pêwîste nîgeranî ji tevgera firokeyên Êraqê tune be ji ber ku beşê Herêma Kurdistanê jî ji wan firokeyan heye.
Hêjayî gotinê ye ku şîrketa Emerîkî ya Lokhîd Martin 4 firokeyên f 16 ji asta 36 firokeyên ku muleta kirînê hatiye dayîn pêşkêş bi artêşa Êraqê kir.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket