Li Şengalê şer derket û çeteyan ziyaretek teqandin

kurdistani 12:31 PM - 2015-07-12
Li Şengalê şer derket û çeteyan ziyaretek teqandin

Li Şengalê şer derket û çeteyan ziyaretek teqandin

Îro yekşemê 12/7/2015 çeteyan ziyareta Quba Şêx Hesin ya li gundê Gabar li rojavayê Şengalê teqandin.

Berpiesê ragihandina rêxisitnên YNK`ê li Mûsilê Xiyas Sûrcî ji PUKmedia`yê re ragihand ku terorîstên DAIŞ`ê îro, ji çar aliyan ve êrişî gundê Gabar yê rojavayê herêma Şengalê kirin, û tavilê ziyareta li gund teqandin, di heman demê de welatiyên gund tevî Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ, berevaniya gund kirin.

Sûrcî her wiha da xuyakirin ku hêzên Pêşmerge jî giheştin derdora gund û tevger dan destpêkirin, di encamê de ew gund hate kontrolkirin û ji çeteyan paqij bû. Sorcî anî ziman ku balafirlên hevpeymana navdewletî jî çete bombebaran kirin û wesayîteke wan rûxandin.

PUKmedia / Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket