Kemal Seydo li Îsraîlê Qubeya Kevirî şirove dike

kurdistani 05:17 PM - 2015-07-11
Kemal Seydo li Îsraîlê Qubeya Kevirî şirove dike

Kemal Seydo li Îsraîlê Qubeya Kevirî şirove dike

Serokê Komelaya Berevaniya li gelên di bin gefên qirkirinê de (STP) Dr. Kemal Seydo serdana Îsraîlê kir.

Dr. Kemal Seydo di nivîsên xwe yên di barê serdana xwe ya Îsraîlê de tîne ser ziman ku ew welat cihê pêkve jiyankirina gelan û olan û mezhebaên cuda cuda ne.

Seydo di nivîdas xwe de, amaje bi dîroka Qubaya Kevirî dike; Dibêjin ku ev xaçê kevirî li ser erdê (wêne) bi fermana Salahdînê Ayubî ve ji ser „Qubeya Kevirî“ hatiye bidûrxistin. „‪#‎Qubeya‬ Kevirî“ li hember, tenişt mizgefta al Aqsa ye. Ne asan e ji bilî musulman ku kesekî din derbasî vê deverê bibe. Di wêne de li gel pasewanên herdu pîrozahiyên musulmanan.

„Qubeya Kevirî“ di nav cerga perestgeh cihuyan de bû, li vir Abraham/Ibrahim xwest kurê xwe Ismaîl bike qurban. Dûre ev der ji aliyê Xiristiynan ve hatiye dagîrkirin. Di dawî de ket destê muslmanên Ereb. Lê dema ku „Xaçperest“ ji Ewropa hatin, ev der careke din bû klîse.

Li ser qubeyê ev xaç hebû. Heta ku ‪#‎Salahdîn‬ hat û „Qubeya Kevirî“ careke din li muslmanan vegerand. Ev dever ji bo hersê olan, Cihû, Xiristiyan û Musulmanan, pîroz e. Lê Musulman dixwezin ev dever tenê ji wan re be, nahêlin ti kes ji bilî Musulmanan derbasî vê derê bibe.

Gelek caran „Qubeya Kevirî“ bi „‪#‎Mizgefta‬ Al Aqsa“ didin zanîn. Lê ev yek ne rast e. Her du dever cudane.
Bi sedslan e ku Cihû, Xiristiyan û Musulman li ser vê deverê şerê hev dikin. Ev dever dikare bibe cihê ashtiyê di nav hersê olan de.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket