Berhem Salih: YNK`ê bi sîstemeke parlemanî ya demokrat re ye

kurdistani 04:41 PM - 2015-07-05
Berhem Salih: YNK`ê bi sîstemeke parlemanî ya demokrat re ye

Berhem Salih: YNK`ê bi sîstemeke parlemanî ya demokrat re ye

Piştî bidawîbûna civîna di navbera YNK`ê û şandeya Partiya Demokrat a Kurdistanê  li Silêmaniyê , cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistan, diktor Berhem Salih û Nêçîrvan Barzanî cîgirê sekreterê Partî kongireyeke rojnamevanî îro yekşemê 5/7/2015 li dar xistin.

Berhem Salih di kongireyê de tekez kir ku YNK`ê bi sîstemeke parlemanî ya demokrat re ye li Herêma Kurdistanê. Her wiha got ku destûr ne ji bo kesekî bi tenê ye, ji bo xizmeta tevahiya gelê Herêmê ye.

Salih bal kişand ser girîngiya va civînê, ku têde rewşa siyasî ya Herêmê , pirsa seroktiyê û dosyaya destûrê, tevî pêşketinên di şerê li dijî DAIŞ`ê  hatin gotûbêjkirin.Berhem Salih diyar kir ku YNK`ê dê ji bo xizmeta gelê Herêmê civînên xwe berdewam bike.

Li aliyê din, Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku di civînê de pirsa seroktiya Herêmê û dosyaya destûrê hatin gengeşekirin, û got: ''Em bi birayên xwe yên YNK`ê re li ser sîstemeke parlemanî ya demokrat li hev dikin, lê belê hinek cûdahî hene di navbera me de derbarê hûrgiliyan (detayl) de.''

Barzanî her wiha got ku pêwîst e hemû alî debarê rewşa niha bi awayekî berpirsyarî tevbigerin, û ew bi YNK`ê re li hev dikin ku destûr ne ji bo kesekî bi tenê ye.
Barzanî hêvî kir ku hemû aliyên siyasî bigehin lihevkirineke nîştimanî ji bo xizmeta berjewendiyên gelê Kurdistanê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket