Îsmet Yilmaz yê AKP`yî bû bi serokê Parlemanê Tirkiyê

kurdistani 05:13 PM - 2015-07-01
Îsmet Yilmaz yê AKP`yî bû bi serokê Parlemanê Tirkiyê

Îsmet Yilmaz yê AKP`yî bû bi serokê Parlemanê Tirkiyê

Îsmet Yilmaz bi 259 dengan bû bi serokê Parlemanê Tirkiyê.

Îro roja çarşemê 1-7-2015`an, di dengdana xola sêyemîn bo hilbijartina serokê Parlemana Tirkiyeyê, namzatê AKP`ê Îsmet Yilmaz bi 259 dengan ji bo serokê Parlemanê hat hilbijartin.

Îsmet Yilmaz jidayîkbûna gundê Gor ya Sîwasê sala 1961 û di sala 1982`an de zanîngeha Stembolê ya teknîkî deryayî bi dawî kiriye û dûvre jî kolîja mafdarî li sala 1987`an li zanîngeh Stenbolê bi dawî kiriye û di sala 1990 de, li zanîngeha Malmoyê ya Swêdê macistêr di barê rêvebertiya hunerî ya gemiyan de bi destxistiye.

Di sala 2007`an  wek wezîrê veghustinê bi awayekî serbixwe kar kiriye di 7-pûşperê ya îsal de bû bi endamê parlemana Tirkiyê li ser lîsteya AKPê û îro jî piştî xola sêyemîn ji dengdsana parlemanê bû bi serokê Parlemana Tirkiyê .

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket