Li Silêmaniyê merasîma şehîdên Kobanê bi rêve diçe

kurdistani 11:19 AM - 2015-06-30
Li Silêmaniyê merasîma şehîdên Kobanê bi rêve diçe

Li Silêmaniyê merasîma şehîdên Kobanê bi rêve diçe

Li Bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, merasîma şehîdên komkujiya Kobanê bi rêve diçe.

Di wê barê de, berpirsê bûroya ragihandina Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê ya Herêma Kurdistanê Xalid Hemadê ji PUKmedia`yê re ragihand ku li bajarê Silêmaniyê merasîmeke taybet ji bo şehîdên komkujiya Kobanê, ji aliyê nûneretiya kantonên Rojavayê Kurdistanê ve bi rêve diçe.

Li gorî agahiyên ku Xalid Hemadê ji PUKmedia`yê aşkire kiriye ku wê di roja pêncşemê, li hola otêla Palas Dilêmanî, merasîmeke taybet û mezin ji bo rêzgirtin li şehîdên komkujiya ku terorîstên DAIŞê li dijî xelkê me yê Kobanê kirine bi rê ve biçe.

Her weha Hemadê di berdewambûna axiftina xwe de, dem û cih û roj zelal kir ku wê di demjimêr 4ê ber hêvarê de be û di roja pêncşemê 2-7-2015`an de pêk we re. Hatin ji bo hemû kes û alîiyan e.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket