Şarezayekî Kurd; YPG`ê serleşkerê giştî yê DAIŞê kuşt

kurdistani 03:53 PM - 2015-06-29
Çalakvanekî kurd ; YPG`ê serkirdeyekî, DAIŞê kuşt

Çalakvanekî kurd ; YPG`ê serkirdeyekî, DAIŞê kuşt

Şarezayekî karûbarê YPG`ê di nivîseke xwe de, aşkire dike ku YPG`ê fermanderê giştî yê çekdarên DAIŞê kuşt.

Çalakvan û şarezayekî kurd di barê YPG`ê de ragihand ku îro li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, fermanderê mezin yê leşkerî yê çeteên terorîstên DAIŞê yê Hesekê bi destê sekvanên şervanên YPG`ê hat kuştin.

Es`ed Şawîrî Es`ed aşkire kir ku sekvanên YPG`ê dikarîn bi riya tivinga Zagrosê a ku taybete bi sekvantiya DAIŞ`an, serleşkerekî terorîstan bi navê Xalid Aqsîsî li êrişa ser Hesekê de bikujin.

Hêjayî gotinê ye ku ev çend rojin ku çekdarên DAIŞê bi alîkariya çebîheyên rêjîma Sûriyê dest bi êrişeke berfereh li dijî bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê kirine û kiryarên hovane li dijî xelkên sivîl encam didin lê şervanên YPG-YPJ`ê bersivên tund û dijawr didin wan çeteyan.

PUKmedia-Hozan Efrînî

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket