Şervanên kurd li Êraq û Sûriyê li dijî DAIŞê serkeftî ne
kurdistani 12:45 PM - 2015-06-24Şervanên kurd li Êraq û Sûriyê li dijî DAIŞê serkeftî ne
Rojnameya El-Êlim ya Moxribî di hejmara xwe ya 23250 a roja 22-6-2015`an de, di manşêteke serekî de dibêje bi vê rengî şervanên kurd bûn bi hêzeke serekî li dijî rêxistina DAIŞê.
Ew rojname di raporteke xwe de aşkire dike ku şervanên Kurd li Êraq û Sûriyê li dijî çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞê pir bi bandorin û di wê şerî de jî, kurdan gelek sûd ji firokeyên navnetewî dîtin.
Her weha rojnameya El-Êlim ya Moxribî di hejmara xwe ya 23250 a roja 22-6-2015`an de, li ser berevaniya hêzên pêşmerge li navçeyên Herêma Kurdistanê dike ku yên ligel hikûmeta Êraqê nakodar e ku piştî paşvekişandina artêşa Êraqê ji wan navçeyan ku piştre ketibûn destê rêxistina DAIŞê a terorîst û ji aliyê pêşmergan ve hatibû rizgarkirin.
Her li Sûriyê jî, şervanên kurd pir bi dijawrî berevanî li navçeyên xwe kirin li dijî terorîstên DAIŞê û bi taybetî li bajarê Kobanê li hemberî bihêztirîn êrişên mezin yên terorîstên DAIŞê û ji bajêr derxistin û di meha pşperê de jî bajarê Girê Sipî ku dikeve ber sînorê Tirkiyê û li navçeyên ser bi Hesekeyê mjî şer li dijî terorîstên DAIŞê dikin û navçeyên xwe diparêzin.
Wê rojnameyê di raporta xwe de wiha berdewam kir ku gelê kurd li Sûriye bi rêjeya ji %10-12 ji nîştecîhên wî welatî tên jimartin û kurd li Êraqê jî ji%15-20 tên jimartin ji asta Êraqê lê dijminê wan herdukan yeke, ecnîdeyên siyasî yê herdukan jî cuda ne, li hemberî jî, dikarîn serkeftina di meydana leşkerî de tomar bikin.
Wê rojnameyê aşkire dike ku di meha tebaxa 2014`an de, îrişeke mezin yê DAIŞê li dijî Herêma Kurdistanê pêkhat û vê yekê jî hîşt ku Emerîka destêwerdsana ezmanî li dijî çekdarên DAIŞê bike.
Ew lêdanên bi berdewamî ji aliyê hêzên navnetewî ve li dijî bingeh û wargehên leşkerî yên rêxistina DAIŞê hîşt ku kurd dîsan navçeyên xwe yên ku ketibûn destê DAIŞê vegerînin û biparêzin û bi taybetî bajarê Kerkûkê ku gelek bi nefta xwe tê naskirin û pir dewlemend e.
Her di wê barê de, wezîrê pêşmergê Herêma Kurdistanê dibêje ; Em wek Herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge çûn wan navçeyên ku DAIŞê girtiye tako em biparêzin û xwedî lê derkevin.
Mistefa Seyid Qadir aşkire kir ku ew navçeyên ku ji destê terorîstan hatine rizgarkirin, em nadin bi hikûmeta Êraqê û emê heya ev şer hebe biparêzin û ew wê bi awayekî diyalog û danustandin û li gorî yasa û destur bête çareserkirin.
Her li aiyê din yê sînor jî, şervanên kurd yên ku herêmeke xwesrî ne yekbûyî wan lihevnacivîne, lê navçeyên xwe piranî vegerandin piştî ku rêjîma Sûriyê jê vekişî bû.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26