Serkirdeyekî Kurd; Itîlafa Sûrî û rêjîma Sûrî wek hevin li ser pirsgirêka Kurdî
kurdistani 06:01 PM - 2015-06-20Itîlafa Sûrî û rêjîma Sûrî wek hevin li ser pirsgirêka Kurdî,
Serkirdeyekî Partiya Demokrat a kurdê Sûrî ragihand; Di dema dawiyê de, ji aliyê kesne Kurd ku xwe şopdarê niştimanî Sûrî dibînin, û di xwazin bidin xuyakirin ku alîne Kurdî li dûrî niştimanîne.
Di wê barê de, Endamê serkirdeyetiya Partiya Demokrat a Kurdê Sûrî Gêlo Îsa di rûpela xwe ya veghîştina civakî de pirseke arasteya xwendevanên rûpele xwe kir û got : Çima tim em kurd xwe dixin bin bandora ji bo ku em Ciĥara û Lebwanî û her weha razî bibin, em xwe dûrî netewa xwe dixin.
Gêlo di berdewambûna nivîsa xwe de aşkire kir; Dibê her Kurdek zanibe bi dest ramûsanan û seriyê daketî maf nayên bi destxistin, ger bihatana sitandin di qonaxa pênce salê borî de wê me bi dest xista.
Serkirdeya Kurd li Kobanê di barê xebata nîştimanî Sûrî û netewî Kurdî de wiha anî ser ziman; Em li ser dû xalan tekoşîn di kin (Netewa Kurdî û Nîştiman Sûrî ) ev tê wê wateyê, em Kurdin berî ku em Sûrî bin, em e doza mafê û azadiya xwe bikin wek gelê kurd, û em e daza çareseriya pirsgirêka Sûriya bi tevahî bikin.
Gêlo Îsa di nivîsa xwe de, amaje bi aloziya bûn bi Sûrî dike û bi vê rengî bersiv dide; Şaşetî ew e ji bo em bibim Sûrî dibê em Nasnameya xwe wînda bikin di welatê Sûrî de, ev çewt siyasete, siyaseta koletiya mirovê kuleye, ger miletek ku mafê xwe bi des xwe nexe, ew tiçarî nikarê doza azadiya pêkhatiyên dîtir bike, ger em mafê xwe nexwazin em e nikaribin mafê tevahî Sûriyan bi xwezin. Destpêk ji bo xwe û li pişt ji bo giştî.
Her weha ji aliyekî din ve jî, li ser rastiya şovenîtiya opozisyonê û rêjîmê dipeyîve; Itîlafa Sûrî û rêjîma Sûrî wek hevin li ser pirsgirêka Kurdî, nijadperestin nikarin vîna Gelê Kurd û destkeftiyên ku Gelê me bi dest xwe xistine bipejirînin.
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26