Îmarat daxwaza berdewambûna peywendiyên bihêz ligel Kurdistanê dike

kurdistani 10:05 AM - 2015-06-16
Mesûd Barzanî û Mihemed Bin Zayêd

Mesûd Barzanî û Mihemed Bin Zayêd

Îmarata Erebî daxwaza berdewambûna peywendiyên bihêz ligel Herêma Kurdistanê dike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî digel mîrê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayêd li Ebu Zabî civiya û li ser rewşa ewlehî û aborî û peywendiyên dostana û nacçeyê bi giştî gotûvbêj kirin..

Di wê civînê de, herdu aliyan li ser çawaniya pêşketina peywendiyan di navberê Îmaratê û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û bi taybetî di aliyê pêşxistina aborî û ji aliyê xwe ve mîrê ÎMARATê Mihemed Bin Zayêd ragihand ku Îmarata Erebî amadeye hevkar be û peywendiyên xwe digel Herêma Kurdistanê bihêztir bike.

Her weha serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ji aliyê xwe ve kêfxweşiya xwe ji bo peywendiyên bihêz ku di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê de heye nîşanda.

Her weha herdu aliyan li ser rewşa ewlehiya li Êraq û navçeyê û gefên terorîstan jî gotûbêj kirin.

PUKmedia-Îmarat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket