Serokomar: Nêzîkbûna Bexdad û Hewlêrê gerantiya aramiyê ye
kurdistani 10:11 AM - 2015-06-14Serokomarê Îraqê Dr. Fuad Masum
Serokomarê Êraqê Dr. Fuad Masum duh 13/6/2015 serdana bajarê Koyê kiriye û li hola zanîngeha Koyê li gel beşekî zor ji şêniyên bajarê Koyê û mamosteyên zanko û peymangehan û zanayên olî û birêvebirên fermangeh û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û jin û lawên bajêr civiya.
Piştî deqeyek rêzgirtin li canê pakê şehîdan civîn destpê kir û qeymeqamê Koyê Çapuk Mihemed bixêrhatina serokomar kir û bi navê amadevanan spasiya serdana rêzdarî kir. Piştre serokomar Masum di destpêka axaftina xwe de kêfxweşî û dilşadiya xwe anî ziman û got: Ez bi şanazî îro hatime koyê ku min li vir çavê xwe bo jiyanê vekir û destpêka xebat û rojên kurdayetiya xwe li vê bajarê xwedî ferheng û wêje û keltur min berdewam kir.
Serokomarê Êraqê amaje bi guherînên li ser qadên siyasî yê Êraqê û navçeyê jî kir û bi hûrgilî behsa pêwendiyên navbera herdu hikûmet a federal û herêma kurdistanê jî kir û li gel ew bend û astengiyên hene li pêşiya rêkeftina navbera wan de û geşbîniya xwe jî bi derbaskirina wan astengiyan jî dupat kir. Diyar jî kir ku kar bo lihevnêîzkirina herdu aliyan û karên hevbeş hene bo yekalîkirina pirsgirêkan ku hindek ji wan jî teknîkî ne, di wê derbarê de jî pesendkirina yasaya neft û gazê bilêv kir ku ewê çareseriya bîngehîn ya pirsgirêkan be.
Serok Masum ew jî dupat kir ku aştbûna giştî giringe bo berdewambûna piştevaniya navdewletî, daku alîkarî û piştgîriyên ji bo şerê li dijî terorê bi wekhevî bighêje hemû pêkhateyan.
Di beşekî din ya axaftina xwe serokomarê Êraqê behsa şerê hovane yê terorîstên DAIŞ jî kir ku bi navê pîroz ya îslamê destdirêjiyê dikin ser pîroziyên hemû aliyan û got: Rrûbirûbûna terorîstên DAIŞ bi hişyarkirina mamosteyên olî û mamosteyên perwerdê heye û daxwaz kir ku lawên welat li hemberî bîr û kiryarên DAIŞ`ê hişyar bin.
Serok Fuad Masum behsa rola hêzên pêşmerge jî kir ku beşekin ji sîstema berevanî ya Êraqê û qurbanî û fedekariyên pêşmerge bilind nirxand bo parastina welat li gefên terorîstan mil bi milê hêzên çekdarên din ên Êraqê.
Di dirêjahiya axaftina xwe de jî serokomarê Êraqê Fuad Masum diyar kir ku bajarê Koyê pêwîstiya xwe bi xizmetkirina zêdetir heye di hemû waran de û soz da ku ewê aliyên pêwendîdar bispêrê bo xizmetkirina zêdetir yê bajarê Koyê û dewrûberê wê ku rol û pêgeha xwe di hemû şoreşan û tevgerên demokrasî de hebûye û ew pêgeha dîrokî û cografî û wêjeyî ku heye rewayetiyê pê dide ku zêdetir xizmeta Koyê bête kirinê.
Li dawiya semînerê jî Serokomar guhdarî têbînî û nêrînên amadevanan kir û bersiva pirsên wan jî da.
PUKmedia/Taybet
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26