Leşkerên Tirk agir bi zeviyên Kurdên Efrînê xistin

kurdistani 11:48 AM - 2015-06-04
Leşkerên Tirk agir bi zeviyên Kurdên Efrînê xistin

Leşkerên Tirk agir bi zeviyên Kurdên Efrînê xistin

Ev zêdetir li heftiyekê ye, serbazên Tirkiyê li sînorê navbera Tirkiyê û Efrînê de zevî û dexlên welatiyan dişewitînin û ziyanekî zor gîhandine welatiyên navçeyê.

Yek ji akinciyên bajaroka Raco ya ser bi kantona Efrînê Arif Hemo di vê derbarê de ji PUKmedia`yê re ragihand: Eve zêdetir li heftiyekê ye serbazên Tirk bi temamî zêdegavî li ser sînor kiriye û dest bi şewitandina zad û êkin û dexlê welatiyan ên li ser sînor kiriye.

Hemo got; Bi sedan donim zeviyên welatiyan hatine şewitandinê û hejmarek zor ji baxan û bi dehan curên ajelan jî jinav çûne.

Arif Hemo diyar jî kir ku: Serbazên Tirkiyê bi çi awayî rê nadin ew nêzîkî wan bibin daku egera berdana agir bi zeviyên xelkê ji wan bipirsin û bi dehan car jî teqe li welatiyan û cotyarên navçeyê dikin û çendîn welatî jî di encama gulebarana serbazan de şehîd û birîndar bûne.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket