Li Şengalê DAIŞ hate dorpêç kirin

kurdistani 11:49 AM - 2015-06-01
Li Şengalê DAIŞ hate dorpêç kirin

Li Şengalê DAIŞ hate dorpêç kirin

Di şer û pevçûnên hêzên pêşmerge û şervanan li dijî terorîstên DAIŞ li dewrûberê Şengalê hejmarek terorîst hatin kuştin, di bombardumana balafirên şer de jî bi dehan terorîst hatin kuştin û birîndar kirin.

Kargêrê melbenda Musilê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Xeyas Sûrçî ji PUKmedia`yê re ragihand: Duh danê paş nîvro 31/5/2015 li derdora qeza Şengalê şer û pevçûnên dijwardi navbera hêzên pêşmerge û gerîlayên HPG li dijî terorîstên DAIŞ`ê rû daye.

Got jî: Di wî şerî de ku 4 demjimêr dom kiriye hêzên pêşmerge li gel hêzên gerîla kontrola şer di destêxistine lê belê hêzekî dinê yê terorîstan ji qeza Biacê bi hawara terorîstan ve çûye û ew ji dorpêça pêşmerge û şervanan derxistine.

Amaje bi wê jî kir ku di wî şerî de 6 terorîstên DAIŞ hatine kuştin û ziyanekî madî ya zor gîhandine wan, xweşbextane hêzên pêşmerge û şervanan tu ziyan negihêştibû wan.

Kargêrê melbenda Musilê a Yekîtî ragihand: Balafirên şer ên hevpeymanan bombardumana pêgehên terorîstan ên li navenda Şengalê kirine û du baregehên wan jî wêran kirine û bi dehan terorîst jî kuştî û birîndar kirine.

PUKmedia/Hozan Fatih

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket