Şengal: 7 cihên stratejî ên DAIŞ hatin wêran kirin

kurdistani 01:40 PM - 2015-05-18
Şengal: 7 cihên stratejî ên DAIŞ hatin wêran kirin

Şengal: 7 cihên stratejî ên DAIŞ hatin wêran kirin


Şeva borî 17/5/2015 balafirên şer ên hevpeymanan 7 cihên stratejî ên terorîstan li navenda bajarê Şengalê wêran kirin û bi dehan terorîst kuştin û bi dehan jî birîndar kirin.

Kargêrê melbenda YNK li Musilê Xeyas Sûrçî  ji PUKmedia`yê re ragihand: Şeva borî balafirên şer ên hevpeymanan 7 baregeh û navendên stratejî ên DAIŞ li naverasta bajarê Şengalê bombarduman kirin û bi teemamî wêran kirin.

Sûrçî got jî: li gor zanyariyan di encama bombardumanê de 23 terorîstên DAIŞ hatine kuştin û 30 jî hatine birîndar kirinê û bi dehan otombêl jî şewitîne.

Xeyas Sûrçî ragihand: Hejmarek çekdarên nenaas li taxa rîsale ya bajarê Musilê emîrekî terorîstên DAIŞ bi navê (Yasîn Ubeyde Ciborî) bi çeka bêdeng kuştine, her weha emîrekî dinê DAIŞ bi navê (Newaf Mehdî Hersan ) jî hatiye kuştinê.

PUKmedia/Hozan Fatih

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket